
Malpera Swêdî Blankspot ê radigîhîne ku wê bi rêya belgeyeke veşartî agahîyên li ser bandora raste-rast ya Rûsîyayê li ser hilbijartinên parlamêntîyê yên ku wê 7 ê hezîranê li Ermenîstanê bên derbazkirin, eşkere kirîye.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, malperê bi taybetî destnîşan kirîye ku bi rîya belgeya veşartî, ewê karibûye eşkere bike ka Rûsîya çawa plan dike ku popûlerbûna hukumeta Ermenîstanê kêm bike. Blankspot, bi îdîaya çevkanîyeke pêbawer, destnîşan kirîye ku wê belgeyeke rûsî bi navê “Bernameya xebatê ya “antîpaşinyan ya sala 2026 a” bi dest xistîye, ku him armancên giştî û him jî rêbazên taybetî yên pêkanîna xebatê destnîşan dike.
Li gorî malperê, di nav tiştên din de, belgeyê de tê gotin ku armanca sereke ew e ku hilbijartin wek “dengeke bawerîyê li dijî serokwezîr Nîkol Paşinyan bi şexsî” bê raber kirin.
“Her wiha hewlên ji bo sînordarkirina bandora hukumeta Ermenîstanê berîya hilbijartinên parlamêntîyê yên 7 ê hezîranê vedibêje.Armanceke din jî ew e ku pêşî li Paşînyan bê girtin ku ber dengdanê “wêneya xwe ya sîyasî” biguhêrîne yan jî “nûjen” bibe. Lê belê, belge dîyar nake ku Rûsya kîjan partîya muxalefetê li ser partîya “Peymana sîvîl” ya Paşînyan tercîh dike. Di şûna wê de, ew amûrên ku divê ji bo bandorkirina raya giştî bên bikar anîn vedibêje. Di nav pêşnîyaran de planek heye ku heya payîza sala 2025 a heyîna vegotinên prorûsyayê li ser medyaya civakî sê qat zêde bike, ji mîlyonek temaşeyan di rojê de heta sê mîlyonî”,- malperê nivîsîye.
Tê destnîşankirin ku li gorî belgeyê, divê hejmara rêberên raya giştî yên li ser întêrnêtê yên têkildarî Rûsyayê ji 15 kesan bê berfirehkirin bo nêzîkî 40 kesan. Belge her wiha destnîşan dike ku divê yên herî navdar berî hilbijartinan di partîyên muxalefetê de postên hilbijartî bigirin. Her wiha kampanyayên bi navê “ala derewîn” li ser torên civakî, kampanyayên şîroveyên hedefgirtî li dijî kampanyaya partîya desthilatdar û efirandina “komên strîngêr” ji bo efirandina naveroka taybet di dema kampanya hilbijartinê de vedibêje.
“Blankspot ê karibû rastbûn û çevkanîya belgeyê piştrast bike, lê ne mimkûn e ku bê destnîşankirin ka stratêjî bi rastî heta çi radeyê hatîye bicîhanîn yan jî çiqas girîng e ji bo hewldanên bandora Rûsîyayê berîya hilbijartinan. Lê belê, çend alîyên belgeyê bi pêşketinên dawî yên li Ermenîstanê re li hev dikin. Di dema nirxandina belgeyê de, Blankspot ê dîtîye ku ew ji matêryalên ku dema kesekî ku ji bo kar û barên îstîxbarata Rûsîyayê dixebite berî adara sala 2026 a ji hêla alîyekî sêyemîn ve hatîye hackkirin, hatîye bidestxistin, derketîye holê. Çalakîyên wî yên li Ermenîstanê naveroka belgeyê nîşan didin. Li Ermenîstanê, vî kesî beşdarî konfêrans û sêmîneran bûye, bi sîyasetmedarên opozîsyonê re civîyaye û gelek caran di medyayê de li ser pêşketinên sîyasî yên welêt şîrove kirîye. Peyam pir caran yek bûye: Ermenîstan rêyek xeternak ji Rûsîyayê dûr dikeve”,- malperê nivîsîye.
Li gorî malperê, nîqaşa li ser bandora Rûsîyayê li Ermenîstanê berîya hilbijartinên parlamêntîyê bû sedem ku hukumeta Ermenîstanê, kanûna sala 2025 a de, ji bo têkoşîna li dijî bandora Rûsîyayê ji Yekîtîya Avropayêyê alîkarîyê bixwaze, heman cûre piştgirî ku di hilbijartinên parlamêntîyê yên sala borî de ji Moldovayê re hatîye dayîn.
Malperê ji berpirsa sîyaseta der ya Yekîtîya Avropayê Kaya Kalasê ku gotîye ku heman torên ku berê li Moldovayê çalek bûn, niha li Ermenîstanê jî dixebitin.







