H’emû nûçeSereke

Nava sê salên dawî de  bahê 170 mîlyard dram  ji bo komplêksa leşkerî-pîşesazîyê hatine dayîn: serokwezîr

Nava sê salên dawî de, bahê 170 mîlyard dram ji bo komplêksa Ermenistanêye  leşkerî-pîşesazîyê hatine dayîn,nava encamê kîjanê de bi dehan sazî û kargeh hatine avakirin.

Li gorî ragîhandina  “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li civîna rojnamevanan de ragîhandîye, bi balkişandina ser vîdyoya ku ewî ji  merasîma leşkerî ya ku wê roja Komarê de bê lidarxistin, parve kirîye,  ji wê vîdyoyê dîyar dibe ku di merasîma leşkerî de balafireke  êrîşê ya ku ji alîyê Ermenîstanê ve hatîye çêkirin jî wê bê nîşandayîn.

Bi gotina Paşînyan, divê pêşveçûyîna pîşesazîya leşkerî wek pêvajoyeke xwezayî ya welatekî pêşketî bê hesibandin.

“Ez difikirim ku di nirxandinên me de divê em bi qasî ku pêkan be ji patosê dûr bisekinin, ji ber ku divê em fêm bikin ku ev ji bo welatekî pêşketî dîyardeyeke normal e”,- serokwezîr dîyar kirîye.

Li gorî wî, di encama fermanên ku di komplêksa pîşesazîya leşkerî de hatine dayîn, tesîsên hilberînê yên nû hatine efirandin. Paşînyan destnîşan kirîye ku “Nava sê salên borî de, me fermanên bi nirxa 170 mîlyard dramî ji bo komplêksa pîşesazîya leşkerî ya Ermenîstanê dane, bi dehan sazî û kargeh hatine avakirin ku berheman hildiberînin”.

Serokwezîr bang li welatîyan kirîye ku beşdarî çalakîya ku ji bo 28 ê gulanê li meydana Komarê bê lidarxistin bibin.

“Welatîyên Komara Ermenîstanê gerekê li meydana Komarê bin da ku tomar bikin ku Komara Ermenîstanê xwedî artêşeke bi kalîteyeke nû, asteke nû û mantiqeke nû ye”,- ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button