
Komîsara berfirehkirina Yekîtîya Avropayê Marta Kosê dîyar kirîye ku tenê gelê Ermenîstanê mafê dîyarkirina pêşeroja xwe û hilbijartina întêgrasîyona avropî bike. Kosê ev daxuyanî berîya civîna konsêya kar û barên der ya Yekîtîya Avropayê li Bryûsêlê daye û bersiva daxuyanîyên serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn yên derbarê Ermenîstanê û hilbijartina rîya avropî ya wê de daye.
Tenê gelê Ermenîstanê dikare biryarê li ser pêşeroja xwe bide. Civîna dawî ya civaka sîyasî ya avropî û her weha civîna bilind ya Yekîtîya Avropayê-Ermenîstanê, rêya ku ew dixwazin bigirin nîşan daye. Û Avropa wê piştgirîyê bide wan”,- Kosê gotîye.
Ewê destnîşan kirîye ku ew ji “dînamîkên jêopolîtîk” yên li herêmê heydar in û wê rewşê “pir ji nêz ve” bişopînin.
Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn dîyar kiribû ku ji bo welatîyên Ermenîstanê rastib e ku Yêrêvan zû biryarê li ser tevlîbûna Yekîtîya Avropayê bide.
“Bo nimûne, em dikarin rêferandûmê li dar bixin. Ev ne karê me ye, lê di prînsîpê de, wê pir mentiqî be ku rêfêrandûmê li dar bixin û ji welatîyên Ermenîstanê bipirsin ka hilbijartina wan wê çi be. Li gorî vî, em ê encaman derxînin û rêya “cudabûneke” nerm, şaristanî û bi sûd ji bo herdu alîyan bişopînin. Axir, hûn fêm dikin, em niha her tiştê ku di alîyê Ûkraînayê de diqewimin dijîn. Û ev hemû ji ku dest pê kir? Bi tevlîbûna Ûkraînayê bo Yekîtîya Avropayê yan jî hewldana wê ya tevlîbûna wê”,- ewê dîyar kirîye û zêde kirîye ku planên Ermenîstanê yên tevlîbûna bo Yekîtîya Avropayê “pêdivî bi nîqaşek taybetî heye”.







