SerekeSîyasî

“Xaçerêya aşîtîyê” ne tenê pêkhateyeke sîyasî, lê di heman demê de pêkhateyeke aborî û ênêrjî jî heye: aborîzan

Înîsîyatîva “Xaçerêya aşîtîyê” ne tenê ji hêla sîyasî ve, lê di heman demê de ji bo Ermenîstanê û herêmê jî girîng e. Pispor balê dikişînin ser beşa ênêrjîyê ya projeyê û tekez li ser avantajên Ermenîstanê dikin. Welatê me di warê çevkanîyên ênêrjîya kesk de li herêmê pêşeng e û di vî warî de xwedî potênsîyaleke nehatî bikaranîn e.

Aborîzan Sos Xaçîkyan dibêje, destpêşxerîya ermenî “Xaçerêya aşîtîyê” pêdivî bi cîbicîkirinê heye û niha di asta belgekirinê de ye. Ew bi bîr tîne ku destpêşxerî yekser piştî şer, dema ku Ermenîstan gelek pirsgirêkên aborî û sîyasî hebûn, hatîye  raber kirin.

“Bi her awayî, “Xaçerêya aşîtîyê” bingeheke binesazîyê tune ye, tenê bingeheke belgeyî heye û ji bo pêşvebirina vê projeyê niqaş û xebateke cidî hewce ne. Dema ku ez behs dikim ku “Xaçerêya aşîtîyê” bi Bakûr-Başûr re derbaz dibe, ew ji min re dibêjin ku ew projeyeke cuda ye. Dema ku ez dibêjim ku “Xaçerêya aşîtîyê” bi TRIPP re derbaz dibe, ew dîsa berevajî dikin ku TRIPP projeyeke cuda ye. Bi hin awayan, bi vê yekê re li hev dikim, divê ez destnîşan bikim ku “Xaçerêya aşîtîyê” xwedî bingeheke sîyasî ya pir cidî ye û ji bo efirandina têkilîyên nû ye”.

Pisporê neteweyî yê ênêrjîyê yê Neteweyên Yekbûyî Ara Marcanyan, balê dikişîne ser beşa ênêrjîyê ya înîsîyatîvê û destnîşan dike ku ev mijar di rewşa jêopolîtîk ya heyî de pir girîng e. “Sîstêma ênêrjîyê ya Ermenîstanê dikare roleke girîng bilîze, wek hêza ajotinê ya pêşketinên li vir.

Ev destpêşxerî rîya zelal ji bo kişandina veberhênanan li Ermenîstanê vedike. Li gorî Ara Marcanyan, divê Ermenîstan jî bikaribe beşdarî projeya “Kabloya êlêktrîkê ya behra Reş” bibe, ku Ermenîstan bi salan berê ji ber hewldanên Adirbêcan û Tirkîyayê jê hatibû derxistin. Armanca projeyê ew e ku tora êlêktrîkê ya Başûrê Kafkasîyayê bi Yekîtîya Avropayê ve girêbide û êlêktrîkê ji herêma me bigihîne Yekîtîya Avropayê.

Li gorî wî, ji 80 selefê gaza Ermenîstanê ji Rûsyayê û  20  selef jî ji Îranê tê hawirdekirin.Cûreyên din yên sotemenîyê jî tên hawirdekirin. Lê belê, li Ermenîstanê êlêktrîk tê hilberandin, ku çavkanîyeke ênêrjîya kesk e.

Li gorî pispor, stansîyayên ênêrjîya bayê, ênêrjîya rojê û stansîyayên hîdroêlêktrîkê jî çavkanîyên ênêrjîya nûjen in.

Marcanyan dîyar dike ku heta sala 2025 a, Ermenîstan ne tenê li herêmê, lê di heman demê de di nav welatên pêşketî yên cîhanê de di warê bikaranîna çavkanîyên ênêrjîya nûjen de jî wê bibe pêşeng. Li gorî pispor, sala 2020 î de, welatên Yekîtîya Avropayê bi pakêteke yasayî ya taybet ênêrjîya  atomî wek ênêrjîya kesk nas kirin, ji ber ku stansîyayên  atomî di warê kêmkirina gazên serayê de xwedî girîngîyeke mezin in.

“Sala 2025 a de, rêjeya ênêrjîya kesk wê ji  65 selefê hilberîna salane be. Ev nîşan Ermenîstanê dixe nav welatên pir kêm yên li ser gerstêrkê ku xwedî êlêktrîka here paqij û kesk in: ev Norvêc, Danya, Îîlandîya, Albanya û qismek jî Gurcistan in”

Li gorî Marcanyan, stratêjîya ji bo pêşxistina sêktora ênêrjîyê ya Ermenîstanê heta sala 2040 î girîngîya pêşxistina ênêrjîya kesk destnîşan dike. Di vê çarçoveyê de, tê plankirin ku temenê xebitandina yekîneya xebitandinê ya stansîya atomî ya Ermenîstanê dirêj bibe û yekîneyeke nû ya ênêrgablokê li şûna wê bê avakirin, korîdoreke veguhastinê ya Bakûr-Başûr bê avakirin û xetên êlêktrîkê yên voltaja bilind bi Gurcistanê û Îranê re bên avakirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button