H’emû nûçeSereke

Ermenîstanê di vê qonaxa serbestberdana vîzayê ya Yekîtîya Avropayêda ji ya ku tê hêvîkirin zêdetir kiriye: Arpînê Sargsyan

Ermenîstan welatê tenêye ku Yekîtîya Avropayê niha bi awayekî çalak pê re pêvajoyeke serbestberdana vîzayê pêk tîne.Derheqa wê yekêda wezîra Komara Ermenîstanêye karên hundur, Arpîne Sargsyanê peyama xwe ya vîdyoyê de ji welatîyên Komara Ermenîstanê  ragîhandîye û hatîye destnîşankirin ku di vî warî de pêşketineke dîrokî heye.

Wezîrê tekez li ser bendewarîya mezin ya raya giştî li ser vê mijarê kirîye û piştrast kirîye ku agahdarî li ser her pêşketinek dê bi awayekî vekirî û zelal bê dayîn.Ewê bîr xistîye ku piştî destpêkirina fermî ya diyalogê,Yekîtîya Avropayê plana çalakîyê di demek rekord de radest kirîye û raporta pêşketinê ya yekem jî vê dawîyê hatîye raber kirin.

Arpîne Sargsyanê destnîşan kirîye ku “Ermenîstanê di gelek alîyan de rêjeyên pêşverû tomar kirîye. Bi gotineke din, me di vê qonaxê de ji ya ku dihat hêvîkirin jî zêdetir kirîye. Seroka Komîsyona Avropayê jî hewldanên Ermenîstanê pir baş nirxandîye û bawer kirîye ku em ê bigihîjin armanca xwe”.

Wek danûstandkar alîyê ermenî, wezîra karên hundur tekez kirîye ku ev pêvajo ne tenê ji bo seyahetê ye, ew ji bo derfetên nû û nêzîkbûna bi Avropayê ye.

Wezîrê axaftina xwe wiha bi dawî kirîye: “Ez ji we re piştrast dikim ku em ê xebata xwe ya domdar bidomînin, bi gavên zelal ber bi armanca tevgera bê vîze û rêwîtîyeke bi rûmet ve herin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button