Hemû welatîyên Komara Ermenîstanê yên ku temenê wan ji 16 salî mezintir e, gerekê nasnameyên wan hebin

Parlamênta Ermenîstanê, rûniştina sirêder de, bi xwendina duemîn û dawî de guhartinên yasayî pejirandîye, ku li gorî wan hemû welatîyên Komara Ermenîstanê yên ji 16 salî mezintir xwedî nasnameyên fermî bin.
Tenê bi vê kartê kes dikare pasaporta bîyomêtrîk bistîne. Ji bo kesên di navbera 6 û 16 salî de jî wê kartên nasnameyê yên taybet û ji bo kesên 6 salî de jî sêrtîfîkatên ji dayîkbûnê bên dayîn.
Hemû belgeyên seferên derveyî welat yên welatîyên Komara Ermenîstanê wê li gorî standartên rêxistina hewayî ya sîvîl ya navneteweyî bên çêkirin. Kartên nasnameyê ji bo bikaranîna li nav komarê û pasaportên bîyomêtrîk jî ji bo seferên derveyî welat têne çêkirin.
Herwiha pasaportên bîyomêtrîk wê ji penaber û kesên ku li komarê mafê penaberîyê wergirtine bên dayîn.







