H’emû nûçeSereke

Komîsyona Avropayê raporta pêşketinê ya yekem li ser pêkanîna plana çalakîyê ya lîbêralîzasyona vîzayê ji alîyê Ermenîstanê ve weşandîye

Komîsyona Avropayê  5 ê gulana sala 2026 a raporta pêşketinê ya yekem ya li ser pêkanîna plana çalakîyê ya lîbêralîzasîyona vîzayê raberî Ermenîstanê kirîye. Ew pabendbûna sîyasî ya zelal ya rayedarên Ermenîstanê ji bo pêkanîna rêformên pêwîst yên ku armanca wan lîberalîzasyona vîzayê bi Yekîtîya Avropayê re ne tomar dike.

“Dîyaloga serbestberdana vîzayê ya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê îlona sala 2024 a de bi fermî dest pê kirîye û plana çalakîyê mijdara sala 2025 a de ji Ermenîstanê re hatîye veguhêztin. Ew pêkanîna 74 pîvanan peyda dike, ku di du qonaxan de têne bicîh kirin:

Avakirina çarçoveyeke qanûnî û polîtîkayê ya guncaw,

Mîsogerkirina pêkanîn û sepandina wan ya pratîkî.

Raporta yekem pêşketina Ermenîstanê ya ber bi bicihanîna koma yekem ya pîvanan ve dinirxîne, bi taybetî li ser çarçoveya qanûnî û polîtîkayê di çar warên sereke de disekine: ewlehîya belgeyan, rêveberîya sînor, koçberî û penaberîyê, pergala giştî û ewlehî, têkilîyên der û mafên bingehîn.

Ewlekarîya belgeyan: tîrmeha sala 2025 a de, Ermenîstanê qanûneke nû li ser qeyda nifûsê ya dewletê pejirandîye, ku wê rê bide çêkirina qeydekî nifûsê ya êlêktronîkî ya yekgirtî û ewledar.Wekî din, peymana hevkarîya giştî-taybet ji bo nûjenkirina pergala nasnameya bîyomêtrîk ya neteweyî hatîye îmzekirin, ku wê piştrast bike ku pasaport û belgeyên nasnameyê yên pêşerojê li gorî standartên here bilind yên ku ji alîyê rêxistina hewayî ya sîvîl ya navneteweyî ve hatine danîn.

Rêvebirîya sînor, koçberî û penaberîyê: Ermenîstan bi awayekî çalak stratêjîya rêvebirîya sînor ya yekgirtî ji bo salên 2026-2029  a pêş dixe. Ermenîstanê di dîjîtalîzasîyakirina hejmareke xizmetên îdarî de jî pêşketin bi dest xistîye. Bi taybetî, pergala rêveberîya êlêktronîkî ya hemwelatîbûnê ji çileya sala  2026 a vir ve dest pê kirîye û dîjîtalîzasîyakirina prosêdûrên destûra kar û rûniştinê ji bo welatîyên bîyanî jî di rê de ye. Ermenîstan di warê ji nû ve qebûlkirinê de hevkarîya xwe bi dewletên endamên Yekîtîya Avropayê û welatên sêyemîn re qewîn dike. Di xebata li ser qewînkirina mêxanîzmên şandina sînor û efirandina pergaleke rêveberîya penaberîyê ya êlêktronîkî de pêşketin hene.

Rêz û ewlehîya giştî: ji sala 2018 a vir ve, Ermenîstanê çarçoveya xwe ya yasayî û sazûmanî ya dijîgendelîyê bi girîngî qewîn kirîye û li gorî standartên navneteweyî anîye. Destpêkirina “Stratêjîya pêşîlêgirtina sûc salên 2026-2033 a” ji alîyê Ermenîstanê ve nîyeta Ermenîstanê ya qewînkirina şîyanên xwe yên pêşîlêgirtina sûc bi rîya polîtîkayên li ser bingeha delîlan, hevrêzîya sazûmanî û tedbîrên pêşîlêgirtinê yên hedefgirtî nîşan dide.

Mafên bingehîn: Ermenîstanê niha qanûnek li ser pêşîgirtina li cudakarîyê û têkoşîna li dijî wê amade dike da ku wê li gorî standartên avropî bike. Wekî din, Ermenîstanê di sala 2025 a de qanûneke nû li ser mafên zarokan pejirandîye da ku çarçoveyeke berfirehtir ji bo parastina ji tundûtûjî û îstîsmarê peyda bike.

Daxuyanî tekez dike ku dîyaloga lîbêralkirina vîzayê wê heya ku pêwîst be berdewam bike da ku bicîhanîna tevahî ya hemî pîvanên hatine danîn mîsoger bike. Komîsyon wê bi piştgirîya pisporên dewletên endam yên Yekîtîya Avropayê çavdêrîya bicîhanîna hemû pîvanên ku di plana çalakîyê de hatine danîn bike û di pêşeroja nêzîk de wê mîsyonên nirxandinê yên din li Ermenîstanê bên organîzekirin.

Yekîtîya Avropayê bi peydakirina alîkarîya têknîkî û darayî ya taybetî, bi taybetî di bin bernameya berxwedan û mezinbûnê de ji bo Ermenîstanê, pabend dimîne ku piştgirîya rêformên Ermenîstanê bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button