H’emû nûçeSereke

Tîmeke hevaltîyên amêrîkî ji bo destpêkirina xebatên lêkolîna cîhê TRIPP ê  hatine  Ermenistanê

Cîgirê serokwezîrê Komara Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan tîma ji hevaltîya endezyarî û şêwirmendîyê ya amêrîkîye AECOM ê qebûl kirîye, ku li ser navê fona hevkarîya binesazîyê û veberhênanê ya cîhanî ya wezîreta Amêrîkayêye  karên der serdana Ermenîstanê kiribû. Tîm ji bo destpêkirina lêkolîna cîhê TRIPP ê hatîye  Ermenîstanê.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, daxuyanîya ku ji alîyê hukumeta Ermenîstanê ve hatîye dayîn dîyar dike ku hevaltîyê rêça sereke ya xebata ku li ser lêkolîna gengazbûnê ya ku wê ji alîyê wan ve bê pêşve xistin û encamên hêvîkirî  raberî cîgirê serokwezîr kirîye.

Cîgirê serokwezîr, girîngîya destpêşxeriya TRIPP ê di warê qewînkirina aşîtî û aramîya herêmê de tekez kirîye, bal kişandîye ser xebatên ku têne kirin û îmkanên vekirina rêyên ragîhandinê yên herêmî  raber kirîye û tekezî li ser potênsîyala mezin ya derbazbûna bar û çavkanîyan bi rêya axa Komara Ermenîstanê kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button