
Di daxwaznameya ku raberî serokatîya parlamênta Tirkîyayê hatîye kirin, hatîye xwestin ku axaftinên kurdî bi nivîsara xwe ya resen bên tomarkirin, sansûr-astengî bisekine û li şûna têbinîya “peyva ne bi tirkî”, gotina “bi kurdî hatîye gotin” bê bikaranîn.
Parlamêntara Partîya Gelan ya Wekhevî û Dêmokrasîyê ya Şirnaxê Nevroz Ûysal Eslan, bi daxwaza ku axaftinên kurdî di girtînameyên lijneya giştî ya parlamênta Tirkîyayê û komîsyonan de bi şêwazê xwe yê resen û bi navê “kurdî” bê qeydkirin, serlêdanek raberî serokatîya parlamêntê kirîye.
Di daxwaznameyê de hatîye destnîşankirin ku girtînameyên parlamêntê “belgeya fermî ya vîna gel, temsîlîyeta sîyasî û bîra dêmokratîk e” û wiha hatîye gotin: “Divê ziman, wate û têkilîya her gotina ku di bin banê parlamantê de tê gotin, bê parastin. Dema ku zimanê gel ji girtînameyan tê jêbirin, ne tenê peyvek tê derxistin, di heman demê de bîr, temsîlîyet û gotina wî gelî jî tê kêmkirin.
Axaftinên “Jin kart” û “Şaredarîya xelfetî” ji girtînameyan hatine derxistin
Di serlêdanê de bal hatîyee kişandin ser bûyerên ku di 17 ê mijdara mpla 2025 a de, di dema hevdîtinên byûcêya sala 2026 a ya wezîreta karên navxweyî de li komîsîyona plan û byûceyê qewimîne. Hatîye dîyarkirin ku axaftinê wek “Jin kart” û “Şaredarîya xelfetî” ku parlamanterên DEM Partîyê di axaftinên xwe de bi kar anîne, di destpêkê de bi şêwazê xwe yê resen derbazî girtînameyan bûne lê piştre hatine derxistin û li şûna wan nîşana hatîye danîn. Her wiha hatîye ragihandin ku li binê rûpelê jî têbinîya “Di vê beşê de ji alîyê axivêr ve peyvên ku ne tirkî ne hatine bikaranîn” hatîye nivîsandin.
Di daxwaznameyê de hatîye diyarkirin ku mînaka di komîsyonê de jî nîşan dide ku axaftinên kurdî dikarin bi şêwazê xwe yê resen derbazî girtînameyan bibin û wiha hatîyee gotin: “Tevî vê yekê, bi mudaxaleyeke îdarî ya ku piştre tê kirin, nav û gotina kurdî ji bîra parlamêntê tê jêbirin. Ev yek nayê qebûlkirin”.
Ji bo kurdî sê daxwaz hatine kirin
Di serlêdanê de her wiha hatîye daxwazkirin ku dawî li sansûrkirina-astengkirina axaftinên kurdî ya bi nîşana bê anîn, peyvên kurdî bi nivîsîna xwe ya resen ya bi tîpên latînî bên tomarkirin û li şûna îfadeya “peyv-peyvên ne tirkî”, têbînîya “Ji alîyê axivêr ve bi kurdî hatîye gotin” bê bikaranîn.
Di daxwaznameyê de herî dawî ev gotin hatin bikaranîn:
“Qeydên parlamêntê nikarin bi pergaleke tomarkirinê ya ku gotina gelan kêm dike bên bîranîn. Girtînameya parlamêntê nabe ku bibe perdeyeke ku ser zimanên din digire. Axaftina kurdî, divê wek kurdî derbazî qeydan bibe.







