Şerabên cîhanê wê li Ermenîstanê bên temkirin: pêşbirka navneteweyî ya “Konkûrs Mondîal dê Bryûsêl” wê bê lidarxistin

Ermenîstan, ku xwedî kevneşopîyeke dewlemend ya çêkirina şerabê ye, mazûvanîya pispor û hilberînerên şerabê yên pêşeng di vî warî de dike. Pêşbirka temkirina şerabê ya navneteweyî “Konkûrs Mondîal dê Bryûsêl” wê di navbera 19-23 ê gulanê li Ermenîstanê bê lidarxistin. Ev pêşbirka şerabê sala 1994 a de hatîye damezrandin û her sal pisporên pêşeng cûreyên cuda yên şeraban ji welatên cuda yên cîhanê dinirxînin. Destpêkê de li Bryûsêlê hatîye lidarxistin, lê ji sala 2006 a vir ve biryar hatîye dayîn ku li welatên cuda gera xwe bikin, li wan bê mêvandarîkirin û derfet ji hilberînerên herêmî re bê dayîn ku potênsîyala xwe kifş bikin û raber bikin. Berê, li Portûgalîyayê, Îtalyayê, Îspanyayê, Mêksîkayê û welatên din hatîye lidarxistin. Û li vir rawestgeha din e- Ermenîstan. Ev pêşbirk cara yekem li Ermenîstanê û bi giştî li herêmê tê lidarxistin.
Civîneke çapemenîyê de ku li navenda çapemenîyê ya “Armenpress” ê hatîye lidarxistin, rêvebera giştî ya fonda rezvanî û şerabê ya Ermenîstanê Zarûhî Mûradyanê destnîşan kirîye ku hejmareke mezin ji mêvanan tê hêvîkirin û bernameyeke pir dewlemend tê plankirin.
“Nêzîkî 400 pisporên şerabê ji 65 welatan wê beşdarî pêşbirkê bibin, di nav wan de 120 kirrûbirên şerabê hene. Em li bendê ne ku 200 rojnamevan, blogêr beşdar bibin. Ev ji bo me derfetek baş e ku em Ermenîstanê wek welatekî hilberînerê şerabê û her weha dîroka xwe ya dewlemend raber bikin. Çalakî wê 5 rojan bidome û me hewl daye ku bernameyekê çêbikin da ku mêvanên me bikaribin li derveyî pêşbirkê serdana herêmên hilberînerê şerabê yên Ermenîstanê bikin, cîhên dîrokî û çandî zîyaret bikin û beşdarî çalakîyên cûre-cûre bibin”,- Zarûhî Mûradyanê gotîye.
Rêvebira pêşbirka temkirina şerabê ya ” Konkûrs Mondîal dê Bryûsêl” ê Kvonta Havonê destnîşan kirîye ku ev pêşbirk ne tenê derfetek baş e ji bo raberkirina dîroka şerabê bi xwe, kifşkirina potênsîyala wê û bidestxistina nasnameyê, lê di heman demê de platformeke baş e ji bo berfirehkirina hevkarên xwe.
Kvonta Havonê destnîşan kirîye ku şerabên ermenî di taybetmendîyên xwe de bêhempa û ecêb in. Ewê tekez kirîye ku şerabên li Ermenîstanê têne hilberandin ku ji cûreyên tirî yên taybetî têne çêkirin ku nayên kopî kirin.







