
Rûsîya wê bi femdarî nêzîkî her bijartinekê bibe, ya ku cimeta ermenî wê bike.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê derheqa wê yekêda cîgirê serokwezîrê Rûsîyayê Alêksêy Ovêrçûk gotîye, dema ku ewî bersiva pirsa TASS ê daye, ya derheqa nêzîkbûna Ermenîstanêye tevî Rojavayê.
“Bêguman gelek cara serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn gotîye wekî emê bi femdarî nêzîkî her bijartineke cimeta ermenî bibin”,- cîgirê serokwezîrê Rûsîyayê gotîye.
Ovêrçûk usa jî daye dîyarkirinê,wekî serokatîya Ermenîstanê wê mecbûrbe di navbera Yekîtîya Avropayê û Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkîda bijartinê bike.
“Li Ermenîstanê derheqa cedandina bona nêzîkbûna tevî Yekîtîya Avropayê xeber didin. Me gelek cara gotîye, wekî usa nabe ku endamtîya herdu organîzeya jî hebe. Li Ermenîstanê jî wê yekê baş fem dikin, serokatîya welêt derheqa wê yekêda nabêje wekî ew yek bi hevra nabe.Nava êtapêkêda ewê mecbûrbin bijartinê bikin, yan virda wan wêda”,- Ovêrçûk gotîye.
Cîgirê serokwezîrê Rûsîyayê usa jî gotîye, wekî Ermenîstan tifaqdara Rûsîyayêye û pêwandîyên gelekî kûr usa jî wededirêj, yên dostîyê herdu welata dighînine hev. “Moskva qedirekî mezin nava cimeta ermenîda dide kifşê. Ermenîstan bona me welatekî nêzîk û tifaqdare.Ew endama Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî, Hevkarîya Welatên Serbest û Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîve. Pêwandîyên ku me dighînine hevdu, gelekî kûrin”,- Ovêrçûk gotîye.







