H’emû nûçeSereke

Pêşbirka temkirina şerabê ya here mezin û bi prêstîj ya cîhanê “Konkûrs Mondîal dê Bryûsêl”, wê di navbera 19-23 ê gulanê  li Ermenîstanê bê lidarxistin

Pêşbirka temkirina şerabê ya here mezin û bi prêstîj ya cîhanê, “Konkûrs Mondîal dê Bryûsêl”, wê di navbera 19-23 ê gulanê  li Ermenîstanê bê lidarxistin.Derheqa wê yekêda wezîret Komara Ermenîstanêye aborîyê ragîhandîye.

Nêzîkî 400 pisporên şerabê yên navneteweyî, rojnamevan, bikirçî wê di çarçoveya pêşbirka temkirinê de bên Ermenîstanê.

Nêzîkî 8 000 cûreyên şerabê ji 65 welatan wê bên temkirin. Piştî pêşbirkê wê tûra medyayî ya nêzîkî 30 rojnamevanên navneteweyî bê lidarxistin.

21 ê gulanê, seheta 09:00 a, merasîma vekirina fermî ya têmkirinê wê li Komplêksa sportê û konsêrtaye  ser nave  Karên Dêmîrçyan pêk bê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button