Em baş fem dikin wekî endamtîya bi hevra, ya nava Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî û Yekîtîya Avropayê nabe:Ararat Mîrzoyan

Ermenîstan hazir nabe halê nava pêwandîyên tevî Rûsîyayê bide sertkirinê.
“Ermenîstan hazir nabe halê sert bike nava pêwandîyên tevî Rûsîyayê.Em hevkarên hevin, kîjan bi pêwandîyên piralîva hevva girêdayîne û em dixwezin ku pirsên usa bi cûrê saxlem bêne gotûbêjkirinê, nava atmosifêra saxlem û pêşxistina pêwandîyada”,-Mîrzoyan gotîye.
Bi gotina wî, pirsgirêk nava hemû pêwandîyên mayînda li dinîyayê hene, lê gerekê bi cûrê çêkirinê wan pirsa helkin.Mîrzoyan daye dîyarkirinê,wekî nava pêwandîyên dualîda bona qebûlkirina birîyara gerekê bi qedir nêzîkî mafên hevdu bibin.
Van axirîya nevsên Rûsîyayêye cuda-cuda elam dikin,wekî Ermenîstan gerekê di navbera Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî û Yekîtîya Avropayêda bijartinê bike.Serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn jî pêşnîyar kiribû ku bona wê yekê rêfêrêndûmê derbazkin.







