
Rojnameya The Insider ê gotareke berfireh li ser bandora muhtemel ya Rûsyayê di hilbijartinên Ermenîstanêye 7 ê hezîranêye parlamêntîyê, hevrêzkirina kar di rêveberîya serokatîyê ya Rûsyayê de li himber Ermenîstanê û berpirsên ku ji bo Yêrêvanê hatine şandin, weşandîye.
“Piştî şikestinên dawî li Moldovayê û Macaristanê, Krêmlê çavkanîyên xwe ber bi Ermenîstanê ve araste kirîye, ku hilbijartinên parlamêntîyê li wir ji bo 7 ê hezîranê hatine plankirin. Krêml hêvî dike ku pêşî li serketina partîya “Peymana sîvîl” ya serokwezîrê niha Nîkol Paşînyan bigire piştî ku ewî dest bi kûrkirina têkilîyên bi Yekîtîya Avropayê û Dewletên Yekbûyî re kirîye.The Insider ê eşkere kirîye ku kî rêça Ermenîstanê di rêveberîya serokatîya Rûsyayê de hevrêz dike, kîjan efserên ji sêrvîsa îstîxbarata der, rêveberîya îstîxbarata sereke û sêrvîsa ewlehîyê ya fêdêral şandine Yêrêvanê û namzetên muxalefeta ermenî çawa bi servîsên taybet yên Rûsyayê ve girêdayî ne”.
Medya dinivîse ku kampanya agahdarîyê ya li dijî Paşînyan ji alîyê rêveberîya hevkarî û hevkarîya stratêjîk ya serokatîya Rûsyayê ve tê koordînasîyakirin, ku sala 2025 a de hatîye damezrandin û ji alîyê Vadîm Tîtov ve tê rêvebirin, ku parêzvanê cîgirê yekem yê serefermandarê serokkomarê Rûsyayê Sêrgêy Kîrîyênko û karmendekî berê yê “Rosatom” ê ye.
“Destpêka Tîtov di vê pozîsyonê de ne pir serkeftî bûye. Berî hilbijartinên li Macaristanê, ew bi alîkarê xwe ku ew jî rayedarekî “Rosatom” ê ye, Yêgor Kvyatkovskî re çûbû Bûdapeştê, lê kampanya bi têkçûna mezin ya Vîktor Orban bi dawî bûye. Lê belê, niha Tîtov derfeteke nû heye ku xwe îzbat bike”,- dezgeha medyayê dinivîse.
Dmîtrî Avanêsov akadêmîya leşkerî ya hêzên mûşekan ya Pêtêrosê Mezin xilaz kirîye. Sala 2012 a de, ewî li înstîtûta têknolojîyên agahîyên nû ya Moskvayê ya FSB ê di bernameya “Sîstêmên nirxandin, analîz û pêşbînîkirina rewşa ewlekarîya neteweyî” de perwerde kirîye.Her duyan gelek caran serdana Yêrêvanê kirine, li wir bi hevalbendên herêmî yên Krêmlê re civîyane.
Di berdewamîya rêzenivîsê de, dezgeha medyayê destnîşan dike ku di nav komên here çalak yên li Ermenîstanê de fonda Gorçakov ji bo piştgirîya dîplomasîya giştî, ku vegotinên lihevhatî bi Krêmlê re belav dike, înstîtûta lêkolînê ya neteweyî ji bo pêşxistina ragihandinê, ku ji alîyê Vladîslav Gasûmyanov, efserê kadroyê yê sêrvîsa îstîxbarata der ya Rûsyayê ve tê rêvebirin, înstîtûta lêkolînên stratêjîk ya Rûsyayê, wek navendeke analîtîk ya têkildarî îstîxbarata bîyanî û her weha “gelek analîst, pispor, encûmen û rêxistinên sexte-sîyasî yên ku ji alîyê Krêmlê ve têne fînanse kirin” hene.
Rojnameya The Insider dinivîse, ku têkilîyên serokên du hêzên ku ji bo têkoşîna sîyasî li Ermenîstanê pêşnîyarek raber kirine, serokê bloka “Ermenîstana bi hêz”, Samvêl Karapêtyan û serokê partîya “Ermenîstana pêşkeftî”, Gagîk Sarûkyan, bi Rûsyayê re jî weşandîye û wiha gotîye: “Li pêşengîya kampanya li dijî Paşînyan kesayetîyên demdirêj yên navdar hene, di nav wan de sênator Konstantîn Kosaçov û Konstantîn Zatûlîn hene. Zatûlîn serokatîya “Klûba Lazarêv” ya navneteweyî ya rûsî-ermenî dike, ku endamên wê mîlyardêr Samvêl Karapêtyan, xwedîyê hevaltîya “Taşîr Groûp”ê ye.







