Sêkrêtarê şêwira Ermenîstanêye ewlehkarîyê û wezîrê Lîtvayêyî karên der derheqa pirsên hevkarîya stratêjîk, ya Ermenîstanê û Yekîtîîya Avropayê xeberdane

Sêkrêtarê şêwira ewlehkarîya Ermenîstanê Armên Grîgoryan wezîrê Lîtvayêyî karên der Kêstûtîs Bûdrîs qebûl kirîye. Derheqa wê yekêda sêkrêtarê ewlehkarîyê rûpelê xweyî facebook ê da nivîsîye.
“Min seredana dêlêgasîyayê silav kirîye û dereca pêwandîyên herdu welata û dîyaloga sîyasî girîng hesab kirîye.
Cêrge pirsên rojeva pêwandîyên dualî hatine gotûbêjkirinê û rêyên hevkarîyê hatine dîyarkirinê.
Xeberdan usa jî derheqa hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayêye stratêjîkda, usa jî azaberdana vîzayên di navbera Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayêda çûye.Hatîye gotinê,wekî raporta ewlin, ya derheqa wê yekêda ji alîyê komîsîya Avropayêda hatîye teslîmkirinê, kîjanêda gavên serokatîya Ermenîstanê bilind hatine qîmetkirinê”,-Armên Grîgoryan nivîsîye.







