H’emû nûçeSereke

Em ne meyldarê çêkirina alozîyan di têkiliyên Ermenistan-Rûsyayê de nin:Mîrzoyan bersiva Şoygû û Ovêrçûk daye

Dem û bûyer hebûne ku me ji hevkarên xwe çalakîyên din hêvî dikir, qet nebe gavên ku di peymanan de hatine destnîşankirin, lê me ew nedîtine. Her tişt pir nisbî ye. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan  hevpeyvîna  bi Aysor.am ê re, bi îşaret bi daxuyanîya sêkrêtarê konsêya Rûsyayêye ewlehîyê Sêrgêy Şoygû, gotîye.

Li gorî wezîr, Ermenîstan ne meyldarê wê yekê ye ku alozîyê bixe nav têkilîyên Ermenîstan-Rûsyayê.

Mîrzoyan destnîşan kirîye ku “Em ne meyldarê wê yekê ne ku tu alozîyê bixin nav têkilîyên Ermenîstan-Rûsyayê, berevajî vê, em meyldarê wê yekê ne ku hevkarîya xwe bi awayekî normal bidomînin”.

Ararat Mîrzoyan behsa daxuyanîya cîgirê serokwezîrê Rûsyayê Ovêrçûk li ser niqaşkirina mijara endametîya Ermenîstanê di Yekîtîya Avrasîayêye Êkonomîkî de kirîye û gotîye: “Meseleya derketina Ermenîstanê ji Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî nayê niqaşkirin heta ku Ermenîstanê serlêdan û xwestekeke wisa  raber nekiribe û me jî xwestekek wisa  nekiribe, ji ber vê yekê, mijara derketina me nayê niqaşkirin”.

Dema ku ji Mîrzoyan hatîye pirsîn ka Komara Ermenîstanê kengê biryarekê dibe, ewî wiha bersiv daye: “Dema ku hewce be ku li ser vê mijarê niqaş bên kirin. Ez nikarim tu demeke dîyarkirî bêjim, îro mijareke wisa di rojeva me de tune ye”.

Dema ku ji Mîrzoyan hatîye pirsîn gelo mimkun e ku endametîya Ermenîstanê di Yekîtîya  Avrasîayêye Êkonomîkîda de heta ku Ermenîstan biryara xwe nede bê qerimandin, ewî wiha bersiv daye: “Ev ne mimkun e. Ew rêxistinek e ku bi dengên hevbeş yên Komara Ermenîstanê ve tê destnîşankirin û rêvebirin, ev çawa dikare bibe?”

Bîr bînin ku duh, di civîna koma xebatê ya taybet ya konsêya ewlekarîyê de, sêkrêtarê konsêya Rûsyayêye ewlehkarîyê Sêrgêy  Şoygû behsa şêwaza xebata hukumeta Ermenîstanê kirîye û destnîşan kirîye ku ew ne li gorî ruhê têkilîyên hevalbendîyê yên bi Rûsyayê ye.

Xêncî wê yekê, cîgirê serokwezîrê Rûsyayê Alêksêy Ovêrçûk duh ragîhandibû ku Ermenîstan di navbera Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî û Yekîtîya Avropayê de bi hilbijartinê re rû bi rû ye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button