H’emû nûçeSereke

Em roj bi roj nezîkî  vekirina rêjîma mîvzayê ya tevî Yekîtîya Avropaye dibin:Arpînê Sargsyan

Em roj bi roj nezîkî  vekirina rêjîma mîvzayê ya tevî Yekîtîya Avropaye dibin. Derhqa wê yekeda wezîra karên hundur Arpînê Sargsyanê wextê raberkirina raporta derheqa mîyaserkirina bernama azaberdana vîzayên tevî Yekîtîya Avropayê gotîye.

Bi wê yekêva  tevayî Sargsyanê dîyarkirina wedê azaberdana rêjîma vîzayê çawa “karekî bêqîmet” hesab kirîye û daye zelakirinê wekî birîyara dawî wê ya Yekîtîya Avropayêbe.

Nava raportêda derheqa pêşketina têmpên usada hatîye dîyarkirinê, yên mînanî dokûmênt û sîstêmên bîyomêtrîk, kontrola sînora û pirsên mîgrasîyon.

“Me ji hevkara 52 pêşnîyar stendine ku em amedene wan hemûya mîyaserkin. Ermenîstan bona Yekîtîya Avropayê hevkareke bi gumane û em dixwezin wededa bernemê mîyaserkin.Li ber koma me pirs hatine danînê, ku nava du-sê salada ev hemû pêşnîyar bêne mîyaserkirinê”,-Sargsyanê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button