H’emû nûçeSereke

Fikir û nûjenîyên endezyarîyê yên ermenî wê li pêşangeha RISE Powered by Silicon Mountains 2026 de bên nîşandayîn

Berhemên têknolojîk, pergalên parastinê û çareserîyên nûjen ji hevaltî, navendên lêkolînê û tîmên endezyarîyê yên pêşeng yên ermenî wê li ser yek platformê bên raber kirin.

Li gorî ragîhandina”Armenpress”, pêşangeh û forûma têknolojîya bilind ya du rojî RISE Powered by Silicon Mountains 2026 wê ji 3 a heta 4 ê hezîranê  li komplêksa sportê û  konsêrtaye ser navê  Karên Dêmîrçyan bê lidarxistin.

Wezîrê Ermenîstanêyî têknolojîya bilind  Mxîtar Hayrapêtyan, berîya pêşangehê civînê de bi rojnamevanan re destnîşan kirîye ku pêşangeh wê ramanên endezyarîyê ya Ermenîstanê, ku wek berhemên dawîn hatine pêşxistin û hilberandin, raber bike.

Li gorî wî, hukumeta Ermenîstanê ji bo lidarxistina vê çalakîyê 60 mîlyon dram wek bexşek ji yekîtîya karmendên têknolojîyên agahdarî û ragîhandinê re peyda kirîye.

“Ermenîstan di salên dawî de karibûye xwe wek welatekî têknolojîk li herêmê bi cîh bike û tiştê ku me heye bi xêr hatî ye, lê dem hatîye ku em ji welatekî têknolojîk ku xizmetan peyda dike veguhêrînin welatekî ku hilberên xwe hildiberîne û hinarde dike” û zêde kirîye ku ev bûyer wê ji bo hevaltîyên ermenî derfetekê peyda bike ku di çarçoveya berpirsîyarîya giştî de karên xwe yên salan raber bikin.

Li gorî rêveberê giştî yê yekîtîya karmendên têknolojîya agahdarîyê û ragîhandinê  Êdûard Mûsayêlyan, pêşangeh îstîsnaî ye, ji ber ku ew bi destkeftîyên herî dawî, nûbûnên endezyarîyê û ewlehîya sîber ya Ermenîstanê ve girêdayî ye.

Mûsayêlyan gotîye: “40 hevaltîya zedetir wê beşdarî pêşangehê bibin. Em dixwazin nîşan bidin ka hişê ermenî çi dikare bike”.

Serokê yekîtîya karmendên têknolojîya agahdarîyê û ragîhandinê û rêveberê giştî yê Unicomp ê, destnîşan kirîye ku li Ermenîstanê gelek şaneyên saxlem hene ku heta niha ji bo pîşesazîya cîhanî xebitîne.

Ewî zêde kirîye:”Yek ji armancên me yên sereke ew e ku em beşdarî avakirina berhemeke ermenî ya bi temamî bibin. Ev ew rê ye ku wê reqabetê ya aborîya Ermenîstanê zêde bike”.

Forûm wê 3 ê hezîranê bi sê panêlên li ser ewlehîya sîber, pîşesazîya parastinê û çareserîyên endezyarîyê bê lidarxistin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button