Moskvayê ji Yêrêvanê agahdarîyeke fermî wergirtîye ku serokwezîrê Ermenistanê wê beşdarî civîna pêşerojê ya serokên Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî nebe

Rûsyayê ji Ermenîstanê agahdarîyek fermî stendîye ku serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wê beşdarî civîna bilind ya Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî nebe ku wê 28 ê gulanê li Astanayê bê lidarxistin.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda berdevka wezîreta Rûsîyayêye karên der Marîa Zaxarovayê dema brifîngê ragîhandîye.
Zaxarovayê gotîye: “Me ji alîyê Ermenîstanê agahdarîyeke fermî wergirtîye ku serokwezîr Nîkol Paşînyan wê nikaribe beşdarî civîna pêşerojê ya serokên Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî bibe. Ermenîstan wê ji alîyê cîgirê serokwezîr Mihêr Grîgoryan bê raberkirin” û her wiha gotîye ku rewşên bi vî rengî dema ku nûnerên welatên endam yên yekîtîyê beşdarî xebata organên Yekîtîya Avrasîyayêye Êklnomîkî nebûne berê jî bûye.
Zaxarovayê careke din behsa sîyaseta ku rayedarên Ermenîstanê ji bo nêzîkbûna bi Yekîtîya Avropayê re dişopînin kirîye û tekez kirîye ku wana gelek cara gotîye ku ne mimkûn e ku di heman demê de him beşdarî Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî û hem jî Yekîtîya Avropayê bibin.
Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ragîhandîye ku ewî serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û serokkomarê Qazaxistanê Qasim Comêrt Tokayêv agahdar kirîye ku ji ber kampanya hilbijartinê ya li Ermenîstanê nikare beşdarî civîna bilind ya Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî bibe ku wê 28 ê gulanê li Qazaxistanê bê lidarxistin.







