H’emû nûçeSereke

Pêwîste selefên înkarkirina vîzayên bona welatîyên Ermenîstanê bidine kêmkirinê:wekîlê komîsîya Avropayê

Bi tomerî hildayî hejmara vîzayên Şêngênê, yên bona welatîyên Ermenîstanê zêde bûye, lê pêwîste usa bikin ku înkarkirinên vîzayên bona welatîyên Ermenîstanê bidine kêmkirinê.Derheqa wê yekêda cîgirê serokê komîsîya Avropayê, yê alîyê pirsên mîgrasîyayê Yohanês Lûxnêr gotîye.

Bi gotina wî nava wedekî kurtda nava pêvajoya azaberdana rêjîma vîzayêye di navbera Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayêda pêşketin hatîye kifşê. Bi wê yekêva tevayî Lûxnêr bîr anîye,wekî ev pêvajo dixweze ku gelek pêşnîyar bêne mîyaserkirinê.

Ewî bîr anîye, wekî dawîya şuxulkarîyê komîsîya Avropayê û Ermenîstan gerekê 27 welatên Yekîtîya Avropayê bidine bawarkirinê  ku pêvajo ya raste û ser hevda hatîye.Xêncî wê yekê ew pêvajo gerekê begemîya Avroparlamêntê bistîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button