SerekeSîyasî

Eurasianet: Ermenîstan hevkarîya leşkerî bi Hindistanê re di nav hewldanên ji bo aşîtîyê bi Adirbêcanê re kûrtir dike

Eurasianet dinivîse, ji bo mîsogerkirina aşîtîya demdirêj bi Adirbecanê re, Ermenîstan di heman demê de hewl dide ku hevkarîya xwe ya leşkerî bi Hindistanê re qewîn bike.

Kovar behsa raporteke ji alîyê India Defense Research  yê Hindistanê ve hatîye weşandin dike, ku li gorî wê Ermenîstan dixwaze xetên xwe yên hilberînê yên navxweyî ji bo hilberîna cebilxaneya Hindistanê, di nav de topên 155 mîlîmetrê û pergalên mûşekên Pinaka, ava bike.

Raport dîyar nake ka danûstandinên dualî li ser vê mijarê çiqas pêş ketine û ne jî qebareya yan nirxa muhtemel ya peymana gengaz nîşan dide.

Eurasianet tekez dike ku salên dawî de, Başûrê Kafkasîyayê bi bandor bûye berdewamîya pêşbazîya dijwar ya di navbera Hindistane û Pakîstanê de li Başûrê Asyayê.Demekê de ku Ermenîstan bi Hindistanê re têkilîyên parastinê ava dike, Adirbêcanê, Pakîstanê û Tirkîyayê hevkarîyên ewlehîyê ava kirine.

Ji bo Ermenîstanê, têkilîyên stratêjîk yên zêde bi Hindistanê re têkilîyên niha yên aloz yên Yêrêvanê bi Rûsyîyayê re nîşan didin, ku di dîrokê de hevalbenda vî welatî bûye.

Di analîzek ku ji hêla konsêya Atlantîkê ve  sala 2025 a de hatîye weşandin  tê gotin: “Ev hevkarî ne tenê şîyanên parastinê yên Ermenîstanê qewîn dike, lê di heman demê de dihêle ku Hindistan bandora xwe li Başûrê Kafkasîyayê berfireh bike, ku li wir ji  alîyê hevpeymanên alîgirê Tirkîyayê û Pakîstanê yên Adirbêcanê ve bi berxwedana wan re rû bi rû ye”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button