Moskva wê bi îhtîmaleke mezin di têkilîyên xwe yên bi Paşînyan re ji alozîyên eşkere dûr bisekine:Stratfor

Navenda analîtîk ya Stratfor dinivîse ku hilbijartinên li Ermenîstanê, bi îhtîmaleke mezin Rûsya wê kampanyayên xwe yên agahdarîyê li dijî Nîkol Paşinyan zêde bike, bi karanîna tezên ku ewî wek kesê ku bi sponsorîya Rojavaye, gef li ser ewlehîya welêt û rêber ku welêt li gorî ssênara Ûkraînayê dimeşîne nîşan dide.
Çawa ku raport destnîşan dike, Moskva bi îhtîmaleke mezin wê ji zêdebûna eşkere ya alozîyê dûr bisekine, ku dikare bi gurkirina hestên dijî rûsî berevajî bibe, lê wê medyayê, platformên serhêl, kesayetên opozîsîyonê û hişyarîyên aborî bikar bîne da ku qada manêvraya Paşînyan sînordar bike.
Serkeftina Paşînyan wê nebe sedema qutbûna têkilîyên aborî yên Ermenîstanê bi Rûsyayê re, lê dibe ku ew ê hewldanên ji bo cûre-cûrkirina têkilîyên bi Yekîtîya Avropayê û Dewletên Yekbûyî re di warên ewlehî, dîplomasî û aborîyê de bileztir bike.
Di heman demê de, mandateke lawaz di hilbijartinan de yan jî alozîyên piştî hilbijartinê wê derfetên zêdetir bide Moskvayê da ku nîşan bide ku rêça nêzîkbûna bi Yekîtîya Avropaye re bêîstîqirar e.







