H’emû nûçeSereke

Wezîrê  fînansa û serokê banka cîhanî peymana 264, 4 mîlyon dolarî ji bo pêşxistina bazara îpotekê îmze kirine

Wezîrê  Ermenîstanêyî fînansa Vahê Hovhannîsyan û serokê banka cîhanî Fabrîsîo Zarkonên peymana fînansmanê ji bo “Bernameya pêşxistina bazara xanîya û îpotekê ya Ermenistanê” bi tevahî 264,4 mîlyon dolar îmze kirine, ku beşa  îmtîyaza fînansmanê 240 mîlyon dolar ji banka navneteweyî ya nûavakirin û pêşvabirinê ye, û beşa îmtîyaz  24,4 milyon dolar wek fondên alîkarîyê ji tesîsa alîkariyên cîhanî  ye. Derheqa wê yekêda News.am ji wezîreta  fînansa agahdar bûye.

Projeya pêşxistina bazara xanî û îpotekê ya Ermenîstanê, ku ji alîyê lijneya rêvebirên cîbicîkar ya koma banka cîhanî 23 ê kanûna pêşin ya sala 2025 a de hatîye pejirandin, bi nirxa giştî ya 284.4 mîlyon dolarî, armanc dike ku gihîştina çareserîyên xanî ji bo nêzîkî 109,000 kesên bêwar baştir bike, bazara xanî kûrtir û berfireh bike û her weha pêvajoyên pêşxistin û pêkanîna polîtîkayên xanî yên demdirêj baştir bike.

Di heman demê de, ji bo pêkanîna bernameyê, di navbera rêveberê giştî yê hevaltîya îpotekê ya neteweyî Êdmon Vardûmyan û rêvebirê welat yê banka cîhanî li Ermenîstanê Fabrîsîo Zarkonê, bi garantîya hukumeta Komara Ermenîstanê, peymana deyn bi nirxa 10 mîlyon dolarî hatîye îmzekirin. Peymana garantîyê li ser navê Komara Ermenîstanê ji alîyê Vahê Hovhannîsyan û li ser navê banka cîhanî ji alîyê rêvebirê welat yê banka cîhanî li Ermenîstanê Fabrîsîo Zarkonê ve hatîye îmzekirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button