Xwarinên cûre-cûre û dewlemend fêstîvala dolma wê 24 ê gulanê li pêşbirkeke xwarinçêkirinê bê lidarxistin

Ji bo cara 13 emîn, yek ji fêstîvalên xweş yên gastrotûrîzmê, fêstîvala dolma, wê tûrîsta, aşpêja û hizkirîyên dolma bîne cem hev. Fêstîvala dolma wê 24 ê gulanê li axa mûzêya rêzêrvat û çandî ya “Zvartnos” ê bê lidarxistin. Di civîna çapemenîyê de ku li navenda çapemenîyê ya “Armenpress”ê hatîye lidarxistin, seroka bernameya fêstîvalê ji bo pêşvebirin û parastina kevneşopîyên kûlînarîyê ya ermenî Anî Nazaryanê daye zanîn ku ji bilî atmosfera cejinê û xwarinên xweş, wê him beşa pêşbirkê û hem jî bernameyeke konserê hebe.
“Destpêkirina fermî ya fêstîvala dolma wê di 24 ê gulanê seheta 16:00 a piştî nîvro li axa mûzêya rêzêrvat û çandî ya Zvartnosê pêk bê. Di çarçoveya fêstîvalê de wê 30 pavîlyona zêdêtir hebin, ku aşpêj wê gelek cûreyên dolma raber bikin. Di navbera aşpêjan de di katêgorîyên “Tema bere baş”, “Xuyabûna here baş”, “Ramaneke here baş”, pêşbirkek bê lidarxistin.Jyûrîyên profêsîyonal wê serketîyan hilbijêre. Ji bilî çêjên neteweyî, mêvan wê derfet bibînin ku ji stran û reqsên neteweyî kêfê bistînin.
Sêdrak Mamûlyan gotîye:”Ev sêzona geştîyarîyê ya çalak firsendek e ku meriv xwarinên neteweyî bi mêvanên ku tên Ermenîstanê bide nasîn. Ez dixwazim bêjim ku di çarçoveya fêstîvalê 60 zêdetir cûreyên dolma wê bên raber kirin. Ji berhevoka salên berê, ez dixwazim dolma ku ji kulîlkên kundir yan jî bi xwarinên deryayî tê çêkirin, derxim pêş. Cûreyên dolma yên bi reçeteyên bi rastî balkêş wê bên raber kirin”.
Serokê fêdêrasîyona tûrîzmê ya Ermenîstanê Mêxak Aprêsyan destnîşan kirîye ku fêstîvala dolma bûyereke girîng e. Bi sala, wê bi bandor fûnksîyona parastin û popûlerkirina mîrata çandî ya Ermenîstanê bi cîh anîye.
30 rojnamevan û blognivîsên navneteweyî zêdetir ji bo şopandina fêstîvala dolma hatine vexwendin. Tê payîn ku 5 000 zêdetir mêvan bên.







