H’emû nûçeSereke

Rîya Axalkelek-Qersêye hesin ji bo îxracat û hawirdekirina ji Ermenîstanê vekirîye:Paşînyan

Rîya Axalkelek-Qersêye hesin niha ji bo hinardekirin û hawirdekirina ji Ermenîstanê vekirî ye. Derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Paşînyan li ser rûpela xwe ya Facebook ê nivîsîye.

“Ez kêfxweş im ku radigihînim wekî rîya Axakalak-Qersêye hesin, mîna rîya Adirbêcanêye hesin, niha ji bo hinardekirin û hawirdekirina ji Ermenîstanê vekirî ye. Ev bûyereke girîng e di jîyana aborî ya welatê me de. Ez ji hevkarên me yên Tirkîyayê û Gurcistanê re spasdar im”.

“Ermenîstan girêdana rîya hesin bi rêya axa Gurcistanê û Adirbêcanê bi Rûsyayê re û dû re jî bi rîya axa Rûsyayê û Qazaxistanê bi Çînistanê re heye.Niha jî bi rîya axa Gurcistanê û Tirkîyayê bi Yekîtîya Avropayê re. Di demek nêzîk de, vekirina rîya Ermenîstan-Tirkîyayê, Ermenîstan-Adirbêcanê û dû re jî ya Ermenîstan-Îranê bi rêya Nexçevanêye hesin tê plankirin. Em ê di demek nêzîk de wek encama pêkanîna projeya TRIPP ê şahidîya van bûyeran bikin”,-Paşînyan nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button