Rûsyayê firotina brêndî û şerabên ku ji alîyê sê hevaltîyên Ermenîstanê ve têne hilberandin qedexe kirîye

“Rospotrêbnadzor” ê firotina vexwarinên alkol yên ku ji alîyê sê hevaltîyên Ermenîstanê ve têne hilberandin rawestandîye. Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, “Rospotrêbnadzor” ê di derbarê vê yekê de daxuyanîyek daye. Tê destnîşankirin ku brênd û şerabên ku ji alîyê “Vîdî alko” ê, “Kargeha Abovyanêye konyakê”, “Mala Şahnazaryanêye şerav û konyakê” ve têne hilberandin hatine qedexekirin.
Bi taybetî, firotina şeraba nîvşîrîn ya sor ya “Gêtap Vêrnaşên”ê, şeraba sipî ya hişk ya “Vêdî Alko” ê û brênda 5 stêrkê ya “ Mala Şahnazaryanêye şerab û konyakê” hatîye qedexekirin.
Sîstêmê îdîa kirîye ku berhemên hevaltîyên navborî şertên mecbûrî bicîh naynin.
Bîr bînîn ku “Rospotrêbnadzor” her wiha îtxal û firotina ava mînêral ya ya Ermenîstanêye “Cêrmêk” ê li Rûsyayê qedexe kirîye û “Rossêlxoznadzor berê sînorkirin li ser îtxalkirina kulîlkan ji Ermenîstanê ferz kiribû.







