H’emû nûçeSereke

“Sarcênt û Lûndî” ê qîmetkirina pêşin ya gengazbûnê temam kirîye da ku stansîya  Ermenîstanêye atomî bi rêaktorên modûlar biguhêrîne

Balyozxana Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyîye  li Ermenîstanê li ser rûpela xwe ya Facebook ê ragîhandîye ku di çarçoveya bernameya “Binesazîya pêdivî ji bo bikaranîna berpirsîyar ya têknolojîya rêaktorên modûlar yên biçûk” ya wezîreta  Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyîye karên der, pisporên “Sarcênt û Lûndî” ê  ji 19-22 ê gulanê li Ermenîstanê bûn da ku şîretên têknîkî yên berdewam li ser têknolojîya rêaktorên modûlar yên biçûk bidin.

 “Sarcênt û Lûndî” bi hevkarîya rayêdarên ermenî, lêkolîna pêşin ya gengazbûnê li ser gengazbûna guhartina stansîya Ermenîstanêye atomî bi têknolojîyên rêaktorên modûlar yên amêrîkîyê pêşkeftîye biçûk  temam kirîye.

Çavdêrîyên sereke:

.4 têknolojîyên herî guncaw yên amêrîkî ji bo rêaktorên modûlar yên biçûk ji bo xebitandina li Ermenîstanê hatine destnîşankirin,

.alîkarîya têknîkî bi baştirîn pratîkên stansîya Ermenîstanêye atomî re hatîye hevrêzkirin,

.standartên here bilind yên ewlehî û nebelavbûna  atomî di bin çevan de bûne,

.vebijarkên ji bo pêşxistina kapasîteyên şûngir piştî betalkirina stansîya Ermenîstanêye atomî hatine nirxandin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button