
Sêkrêtarê çapemenîyê yê serokê Rûsyayê Dmîtrî Pêskov gotîye ku Ermenîstan di nav welatên dostên Rûsyayê de ye, ev welat beşek ji yek ji pêvajoyên întêgrasîyonê yên herî pêşketî ne- Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî.
“Bê guman.Em yek ji pêvajoyên întêgrasîyonê yên here pêşketî de bi Ermenîstanê re, ango Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîk re ne. Serok Pûtîn wê vê heftê here Astanayê, ew ê serdana dewletê be. Û piştî wê, tevahîya rojê, roja înîyê, serokên dewlet û hukumetan wê li ser mijarên Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî biaxivin, rûniştina komîsîyona bilind ya Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî wê pêk bê”,- Pêskov ji rojnamevanan re gotîye, bersiva pirsa gelo Rûsya û Ermenîstan dost in.
Sêkrêtarê çapemenîyê destnîşan kirîye ku serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ji ber sedemên kampanya hilbijartinê beşdarî civîna komîsyona Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî nabe.
Pêskov zelal kirîye: “Di heman demê de, em li bendê ne ku bi awayekî yan awayekî din alîyê Ermenîstanê dîsa wê beşdarî vê civîna pir girîng bibe”.







