Ermenîstan ne eleqedar e ku têkilîyên xwe bi Rûsîyayê re qut bike:Ararat Mîrzoyan

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan, hevpeyvîna bi rojnamevanan re gotîye ku Ermenîstan ne eleqedar e ku têkilîyên xwe yên sîyasî, aborî û yên din bi Rûsyayê re qut bike.
Ewî zelal kirîye ku Ermenîstan dixwaze û wê ji bo parastina têkilîyên normal bi Rûsyayê re bixebite.
Bîr bînin ku cîgirê serokê konsêya Rûsyayêye ewlehîyê Dmîtrî Mêdvêdêv destnîşan kirîye ku kiryarên serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, ji bo têkilîyên Ermenistanê bi Rûsîyayê, Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî û Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîve re gefê çêdikin.
Wezîrê Ermenîstanêyî karên der bersiva pirsa li ser sedemên daxuyanîyên usa nedaye.
Ewî destnîşan kirîye ku “Agahîyên wî rayedarî şaş in”.
Derbarê qedexeyan de, Mîrzoyan zelal kir ku pirsgirêk ne di wê pîvan û kûrahîyê de ye ku ji alîyê hêzên sîyasî yên takekesî û hin dezgehên medyayê ve bi zanebûn tê raberkirin û spêkûlasîyonkirin.
“Ev pirsgirêk heye û bi dehan salan heye û wê sibê jî heta radeyekê berdewam bike.Dema veguhestina barhilgirên mezin her tim dikarin pirsgirêk hebin”,-ewî zêde kirîye.
Li gorî wî, rewş hene ku dezgehên rûsî radigihînin ku ev yan ew berhem li gorî hin pêdivîyan nîne, lê di encama lêkolînê de, ew agahî yan têne redkirin yan jî têne piştrastkirin.
Mîrzoyan red nekirîye ku ev mijar dibe ku bandorên sîyasî jî hebin û gotîye ku di vê gavê de, hejmareke mezin ji kelûpelên ermenî derbazî Rûsyayê dibin.







