Ermenîstan û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî ketine qonaxeke dîrokî ya bêhempa ya têkilîyan: Ararat Mîrzoyan

Ermenîstan û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî hevkarîya xwe ya stratêjîk gîhandine asteke nû û navê wê kirine hevkarîya stratêjîk ya berfireh.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan dema daxuyanîya hevbeş bi sêkrêtarê Amêrîkayêye dewletê Marko Rûbîo re ragîhandîye.
Mîrzoyan destnîşan kirîye ku serdana Yêrêvanê şedetîya pabendbûna ji bo qewînkirina domdar ya têkilîyên di navbera her du welatan de dike.
Mîrzoyan gotîye:”Têkilîya stratêjîk ya berfireh ya di navbera herdu welatên me de îro ji her demê qewîntir e. Ji ber pêşketinên demkî yên di rojeva me ya dualî de, ewê ne zêdebe ku em bêjin ku em ketine qonaxeke dîrokî ya bêhempa”,-Mîrzoyan gotîye.
Bi gotina wî, yek ji bûyerên girîng civîna aşîtîyê bû ku 8 ê tebaxa sala 2025 a li Waşîngtonê bi mazûvanîya serokê Amêrîkayê Donald Tramp hatîye lidarxistin.
Li gorî Mîrzoyan, wê civînê de mimkûn bû ku di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de aşîtî bê damezrandin û her wiha li ser vekirina rêyên ragîhandinê yên herêmî lihevkirinek bê kirin.
Wezîrê karên der her wiha tekez kirîye ku çileya sala 2026 a li Waşîngtonê, ewî û sêkrêtarê dewletê Marko Rûbîo belgeyek li ser çarçoveya pêkanîna projeya TRIPP ê îmze kirin û naha peymana navhukumî li Yêrêvanê hatîye îmzekirin.
Mîrzoyan destnîşan kirîye ku “Di destpêka çileya îsal de, min û hevkarê min yê rêzdar sêkrêtarê dewletê Marko Rûbîo li Waşîngtonê belgeyeke nû li ser çarçoveya pêkanîna projeya TRIPP ê îmze kir û dîsa çend meh şûnda, îro di meha gulanê de, li Yêrêvanê, me karibû peymana navhukumî ya li ser bernameya TRIPP ê îmze bikin”.
Li gorî wî, Ermenîstan û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî di warên zekaya sûnî, nîvkondûktor û ênêrjîya atomî de û her wiha belgeyeke nû li ser maden û mînêralên krîtîk îmze kirine.
Mîrzoyan bi taybetî bal kişandîye ser guhartina formata hevkarîya stratêjîk.
“Me bi sêkrêtarê dewletê Marko Rûbîo re, vê dawîyê hevkarîya xwe ya stratêjîk gîhand asteke nû û navê wê kir hevparîyeke stratêjîk ya berfireh”,-ewî gotîye.
Bi gotina wezîrê karên der, belgeya nû bi derfetên nû dewlemend bûye, bi taybetî di warê zekaya sûnî û hevkarîya di warên din de.
Mîrzoyan her wiha rola rêveberîya serokatîyê ya Amêrîkayê di pêvajoya avakirina aşîtîyê li Başûrê Kafkasîyayê pir bilind nirxandîye.
“Ez dixwazim vê yekê careke din tekez bikim, rol û fedakarîya serok Tramp û tevahîya rêveberiya wî û sêkrêtarê dewletê Marko Rûbîo û her kesê din di pêvajoya avakirina aşîtîyê li Başûrê Kafkasîyayê û efirandina ne tenê ewlehî lê di heman demê de derfetên nû yên aborî ji bo Ermenîstanê pir bi nirx dibînim”,-ewî gotîye.







