H’emû nûçeSereke

Hevkarîya Ermenîstanê bi Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û Yekîtîya Avropayê re  dijî Rûsyayê nîne: wezîrê Ermenîstanêyî karên der

Wezîrê Ermenistanêyî karên der Ararat Mîrzoyan li civîna çapemenîyê de piştî serdana kurt ya sêkrêtarê  Dewletên Amêrîkayêye Yekbûîye dewleitê Marko Rûbîo bo  Yêrêvanê, dîyar kirîye ku hevkarîya Ermenîstanê bi Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî  û Yekîtîya Avropayêyê re dijî Rûsyayê nîne.

Mîrzoyan li ser daxuyanîya sêkrêtarê konsêya Rûsyayêye ewlehîyê Sêrgêy Şoygû ku “Seroktîya Ermenîstanê raste-rast li çevkanîya gefêye parastinê digere” şîrove kirîye, dîyar kirîye ku ew nizane ev tê çi wateyê û pêşnîyar kirîye ku rojnamevan daxwazekê bişînin. Wezîr fikira ku berê hatibû gotin dubare kirîye ku Yêrêvan bi gotûbêjên avakar û saxlem yên li ser hemî mijaran bi Moskvayê re eleqedar e.

Mîrzoyan dîyar kirîye: “Hevkarîya me bi tu welatekî re li dijî welatekî sêyemîn nîne. Hevkarîya Ermenîstanê bi Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û Yekîtîya Avropayê re li dijî Rûsyayê nîne. Hevkarîya bi Rûsyayê re li dijî Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, Çînistanê yan Îranê nîne”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button