SerekeSîyasî

Nûçeyên “Dosyê” yên li ser destwerdana Rûsyayê di hilbijartinên parlamêntîyê yên li Ermenîstanê

Kovara “Dosyê” destwerdana Rûsyayê di hilbijartinên  parlamênta  Ermenistanê de ku wê hezîrana sala 2026 a de bê lidarxistin, nirxandîye.Weşan li jêr e.

Destpêka nîsana sala  2026 a, li Krêmlê hevdîtin di navbera serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan de pêk hatîye. Ev hevdîtin berîya hilbijartinên parlamêntîyê yên ku ji bo 7 ê hezîrana sala 2026 a li Ermenîstanê hatine plankirin, pêk hatîye.

Di dema serdana Paşînyan bo Moskvayê, Yêrêvanê endametîya xwe di  Peymana Ewlekarîya Kolêktîv  de rawestandibû û xwestina xwe ya avakirina têkilîyên nêzîk bi Yekîtîya Avropayê û Dewletên Yekbûyî re nîşan dabû. Pûtîn behsa hilbijartinan û hêzên alîgirê Rûsyayê yên di wan de kir û destnîşan kirîye ku Krêml destwerdanê di pêvajoyên hilbijartinê yên welatekî cînar de nake. “Dosyê” nivîsîye ku ev bê guman, ne rast e.

Wek ku navendê zelal kirîye, Moskvayê biryar daye ku di vê hilbijartinê de xwe nespêre tu namzedekî. Zanyarên sîyasî û têknîsyenên sîyasî yên bi Rûsyayê ve girêdayî hewil didin ku di carekê de piştgirîya çend hêzên sîyasî bikin, ku hevkarîya wan dikare ji bo Rûsyayê sûdmend be. Navenda “Dosyê” karibû belgeyên navxweyî yên zanyarên sîyasî yên rûsî yên ku bi çend namzedên ermenî re hevkarîyê dikin, bi dest bixe û analîz bike, ku armanca wê “lawazkirina serokwezîrê heyî Nîkol Paşînyan û rêça wî ya sîyaseta der û her weha piştî hilbijartinê koalîsyonekê ava bike”.

Wek ku belgeyên navxweyî yên zanyarên sîyasî yên rûsî yên ku ji hêla “Dosyê”  ve hatine bidestxistin nîşan didin, mijara “şopa rûsî” ne çêkirina dijberên Karapêtyan bûye, lê rastîyek bûye. Sala 2025 a de, Narêk Karapêtyan, birazîyê mîlyarderê ermenî yê li Rûsyayê dijî Samvêl Karapêtyan, damezrîner û serokê “Koma Taşîr” û endamê partîya “Ermenîstana bi hêz”, raya giştî ya ermenî qanîh kir ku “agahîyên li ser şopa rûsî” di kampanya apê wî de derewek bûye.

Li gorî raportên ku ji  alîyê “Dosyê” ve hatine bidestxistin, di destpêka sala 2023 a de, pisporên alîgirê Krêmlê pêşnîyar kirin ku Krêml li Ermenîstanê li hêzeke sîyasî ya nû bigere (hate pêşnîyar kirin ku tevgera muxalefetê ya hêzên giştî û sîyasî “Tevayî” bê hesibandin), hevkarîya bi wê re wê bibe alîkar ku zivirîna tûj ya Yêrêvanê ber bi Avropayê û endametîya Yekîtîya Avropayê ve neyê asteng kirin. Xudanên belgeyê her wiha pêşnîyar kirin ku bala xwe bidin “olîgarxên ermenî yên li Rûsyayê dijîn”, yên ku ” bandorê li pêvajoyên civakî-sîyasî yên Komara Ermenîstanê dikin”. Dibe ku wê demê jî, Krêml xebata bi Karapêtyan re wek pir sozdar didît.

Belgeyên têknîsyenên sîyasî yên rûsî her wiha tedbîr pêşnîyar kirin ji bo guhartina rewşê, ji ber ku civaka ermenî ji serokên muxalefeta qaşo kevin bêhêvî ye, û wekî serokê wê yê nû, “Dêra  ermenî û Dîyaspora ermenî, di serî de li Rûsyayê, Dewletên Yekbûyî û Fransîyayê” hatin pêşnîyar kirin.Bername kêmkirina bandora rayedaran li ser qada agahdarîyê, danîna kontrolê li ser rojevê û avakirina navendeke medyayê ku çavkanîyên muxalefetê bike yek, matêryalan amade bike û xwepêşandanan, di nav de yên li dijî Nîkol Paşînyan û jina wî Anna Hakobyanê, hevrêz bike, digirt ber çavan.

Girîngîyeke taybet li ser guhartina têgihîştina Rûsyayê li Ermenistanê hate dayîn. Pêşnîyar hatîye kirin ku bi rêya destpêşxerîyên mirovî, perwerdehî û çandî têgihîştina Fêdêrasîyona Rûsyayê wek dewleteke ne dostane bê guhertin. Nêzîkatîya berê ya li ser alîkarîya bêbersiv wê bi tekez li ser têkilîyên sûdmend yên hevbeş bihata guhertin. Her wiha armanc ew bû ku têkilîya Rûsyayê bi salên herî baş yên serfiraziya Ermenistanê di hişmendiya giştî de qewîntir bibe.

Herwiha, zanyarên sîyasî û têknîsyenên alîgirê Krêmlê pêşnîyar kirin ku bi civakên ermenî yên Rûsyayê, Dewletên Yekbûyî, Fransîyayê û Rojhilata Navîn re hevkarîyê ava bikin.Wana plan kir ku Ermenîstanê wek maleke hevpar ji bo hemû ermenîyan  raber bikin û mijara cudakarîya sîyasî ya li dijî dîyasporayê wekî hincet bikar bînin da ku li dijî polîtîkayên Paşînyan protêsto bikin û dîyasporayê tevlî pêvajoyên sîyasî yên navxweyî bikin.

Bloka aborî ya bernameyê tedbîrên ji bo zêdekirina girêdayîbûna Ermenîstanê bi Rûsyayê ve dihewîne, di nav de bikaranîna çavkanîyên dîyaspora ermenî ya dilsozê Moskvayê. Di heman demê de, hatîye plankirin ku çavkaniyên fînansekirinê yên koma Paşînyan li Rûsîyayê bên destnîşankirin û kêmkirin.

Di qada sîyasî ya navxweyî de, hatîye plankirin ku îdêolojîyeke nû bê pêşnîyarkirin ku bikaribe nerazîbûna nifûsê bike yek û vîzyonek pêşerojê peyda bike ku li gorî prînsîpên sereke yên nasnameya ermenî be. Ev konsêpt ji bo berevajîkirina ramana “Ermenîstana rast” ya Nîkol Paşînyan û pêşvebirina wêneya “Ermenîstana xweşik ya pêşerojê” bû.

Samvêl Karapêtyan “rizgarkarê” gelê ermenî be, kesayetîyek ku wêneya wî wê daxwaza nûkirina desthilatdarîyê bicîh bîne, namzetek ku tu têkilîya wî bi “muxalefeta kevin”, “eşîra Qerebaxê” yan jî koma Paşînyan re tune be.

Karapêtyan damezrîner û serokê koma “Taşîr grûpê” ye, ku hevaltîke mezin ya holdingê ya rûsî ye ku navenda wê li Moskvayê ye û  200 î zêdetir hevaltîya dihewîne û nêzîkî 45 000 karmendên wê hene. Malpera fermî ya “Taşîr” tekez dike ku Karapêtyan yek ji mezintirîn hevaltîyên holdîngê yên cîhêreng yên girîngîya fêdêral li Rûsyayê ava kirîye û xelat û têkilîyên wî yên rûsî bi hukumet û derdorên dêrê yên Rûsyayê re navnîş dike. Di databasên rûsî de, cîhê karê wî  sala 2006 a de wek “IC 1706 FSB” hatîye navnîş kirin.Wek ku çavkanîyek di wezîreta karên navxweyî de ji The Insider re rave kir, ev sernav ji agahdar yan bîyanîyên ku di bin kontrola FSB de dixebitin re “hatîye dayîn”. Li Ermenîstanê, navê wî bi hebûnên stratêjîk ve girêdayî ye, di nav de şîrketa “Tora êlêktrîkê ya Ermenîstanê”.

Karapêtyan  tîrmeha sala 2025 a bi fermî avakirina “hêzeke sîyasî ya bi bingehîn nû” ragîhandîye. Berîya vê daxuyanîyê, nakokîya di navbera serokwezîr Paşînyan û dêra  ermenî de gur bûye, ku tê de Karapêtyan bi eşkereyî ji bo parastina dêra axivîye. Karsaz bi bangewazîyên eşkere yên ji bo desteserkirina bi tundî ya desthilatdarîyê hatîye tawanbarkirin û 18 ê hezîrana sala 2025 a de hatîye girtin.

Di cîh de piştî girtina karsaz, belgeyek li ser maseya serokê yek ji beşên ofîsa serokkomarê Rûsyayê hatîye danîn, ku tê de plana pêşvebirina namzetîya Karapêtyan dihat vegotin. Ji bo qonaxa yekem ya xebatê, di dawîya tîrmeha sala 2025 a de, hatibû plankirin ku “berhemeke medyayî ya Paşînyan li dijî Karapêtyan” bê weşandin û her weha komîtêyek ji bo peydakirina alîkarîya hiqûqî ji karsaz re bê avakirin. Di roja ji dayikbûna wî de, 18 ê tebaxê, hatibû plankirin ku avakirina hêzeke sîyasî ya nû bê ragîhandin, heta 1 ê îlonê, holdîngeke medyayî bê efirandin û kanaleke têlêvîzîyonê bê vekirin, roja din stratêjîya ewlehîya neteweyî bê weşandin û di Roja Serxwebûna Ermenîstanê de, 21 ê îlonê, bernameya “Refaha neteweyî” bê weşandin. Ji planên hatine navnîşkirin, tenê ragîhandina avakirina tevgera “Rêya me” hema di wextê xwe de hate bicîhanîn. Karapêtyan ev yek  13 ê tebaxa sala 2025 a, ji hucreya yekkesî ragîhandîye.Birazîyê wî, Narêk Karapêtyan, bû serokê konseya hevrêzkirina tevgerê.

Li gorî “Dosyê”, di destpêka tebaxa sala 2025 a de, cîgirê serokê “Taşîr” Hayk Îgnatyan, serokê nivîsgeha serokê berê yê Ermenîstanê Robert Koçaryan Vîktor Soxomonyan, stratêjîstê sîyasî û şêwirmendê rêveberê giştî yê rêxistina neqezenc “Rêgezên dîyalogê” Hayk Acoglyan û zanyarê sîyasî yê rûsî Glêb Kûznêsov, ku bi Krêmlê re hevkarîyê dike, gihîştin avahîya rêveberîya serokatîyê.

Piştî vê civînê, karmendên înstîtûta pisporan ya lêkolînên civakî, ku bi rêveberîya serokatîyê ve girêdayî ye, dest bi xebata çalak li ser hilbijartinên li Ermenîstanê kirin: bo nimûne, wana bi berdewamî ankêtên hilbijartinê li welêt pêk anîn û analîz kirin, pêşnîyar ji bo namzetên opozîsyonê nivîsandin û raport dan rêveberîya serokatîyê. Stratêjîstên sîyasî yên rûsî ÊÎSÎ wek “şaxek rêveberîya serokatîyê” bi nav dikin.

Serokê konsêya pisporan, Glêb Kûznêsov, bûye yek ji kesayetên sereke di xebatên înstîtûtê yên li ser hilbijartinên li Ermenîstanê de, wekî mîmarê sîyasî yê projeya dijî-Paşînyan tevdigere. Li gorî “Dosyê”, Kûznêsov bi xwe endamê loja Masonî ya rûmetê “Cûzêpê Garîbaldî” hejmar 49 a li Moskvayê ye, ku di bin sîwana loja mezin ya Rûsyayê de dixebite. Lê belê, zanyarê sîyasî tercîh kir ku têkilîya xwe bi rêxistinê re eşkere neke. Li gorî ajansê, zanyarê sîyasî ji sala 2014 a vir ve li Rûsyayê û Portûgalyayê dijî.

Tiştên ku Kûznêsov di pêşnîyarên xwe yên ji bo rêveberîya serokatîyê havîna sala 2025 a de nivîsîbû, payîzê  dest pê kir ku veguhere kampanyayek rastîn: cotmehê de, “Cûrê me” karibû 5 hezar dilxwazan kom bike. Ji bo amadekarîya qeydkirina partîyê, Narêk Karapêtyan hevpeyvîna da rojnamevanê amêrîkî Takêr Karlson, ku tê de behsa girtina apê xwe kir.

Tevî destpêka bilez, tîma rûsî guman dikir ku tevger dikare bibe altêrnatîvek ji bo muxalefeta kevin. Li gorî Kûznêsov, li şûna projeyek nû ya serbixwe, hilbijêrên ermenî heman medyayê, heman pêrsonal, heman têkilîyên sîyasî û heman rêtorîka dijî-Paşînyan dibînin. Kûznêsov modêleke cuda pêşnîyar kir: efirandina “hêvîyeke nû” ji bo Ermenîstanê, ku tê de karê Samvêl Karapêtyan ne ew e ku desthilatdarîyê teslîm bike, lê ew e ku alîkarîya jîyandina wê hêvîyê bike. Wek mînakek serketî, ewî serokwezîrê berê yê Gurcistanê Bidzîna Îvanîşvîlî, zilamek ku tam wekî rûyê projeyeke sîyasî qazanc kirîye û ne wekî pêşbazek raste-rast ji bo wezîfeyê, daye zanîn.

Kûznêsov ji kampanya karsazê ermenî nerazî bûye, namzetîya Karapêtyan ji bo posta serokwezîrtîyê wek wêrankar bi nav kirîye.Zanyarê sîyasî yê rûsî yek ji xetereyan nenaskirina guhartinên destûrî yên ku ji alîyê “Ermenîstana bi hêz” ve hatine sozdan, ku wê rê bidin Karapêtyan ku posta serokwezîrtîyê bigire, wek îhtîmalek mezin nirxandîye. Li gorî nirxandina wî, dibe ku Rojava ne van guhartinan û ne jî rewatîya wî wek serokê hukumetê nas neke. Ssênareke wisa dikare wek gavek ji hêla otokratîk ve bê fêm kirin û bibe sedema cezayan.Ewî her wiha bawer kir ku namzetîya Karapêtyan wekî hewldanek ji hêla Rûsyayê ve ji bo destwerdana di hilbijartinên Ermenîstanê de tê fêm kirin.

Ji alîyê qanûnî ve, Samvêl Karapêtyan ji ber hemwelatîbûna xwe ya Ermenîstan, Rûsyayê û Qibrisê nikare bibe endamê parlamêntê yan jî serokwezîrê Ermenîstanê.Nîsana sala 2026 a de, Karapêtyan biryar da ku rewşê sererast bike û biryara xwe ya devjêberdana du hemwelatîbûnên xwe yên bîyanî ragîhandîye. Lê belê, ne mimkûn e ku ew bikaribe berî hilbijartinê vê yekê bike.

Rêjeya Karapêtyan kêm dibe û piştî serdana cîgirê serokê Dewletên Yekbûyî yên Vênse bo Ermenîstanê, ew kûrtir bûye. Di civîna çapemenîyê de, ewî bi eşkereyî piştgirî da namzetîya Nîkol Paşînyan di hilbijartinên pêş de.

Lê belê, karmendên ÊÎSÎ ê bêhêvî nebûn. Namzedekî wan yê din jî hebû, Arman Tatoyan. Tebaxa sala 2025 a de, di heman demê de bi namzetîya Karapêtyan re, di karmendên serokatîya Rûsyayê de raportek li ser potênsîyala Tatoyan û pozîsyona wî ya gengaz li Ermenîstanê wekî “namzedekî pêşverû di hilbijartinan de” derket.

Tatoyan parêzerekî 44 salî û ombûsmênê berê ye. Li gorî notên wî yên bîyografîk di rêveberîya serokatîyê de, ewî dibistana rûsî xwendîye, bi rûsî zane û têza xwe ya doktorayê bi rûsî nivîsîye û parastîye. Ew sala 2016 a de di dema serokatîya serokkomarê Ermenîstanê Sêrj Sargsyan de ji bo pozîsyona ombûsmên hatîye tayînkirin, bi komîsarê mafên mirovan yê Rûsyayê re ji nêz ve xebitîye, beşdarî damezrandina yekîtîya ombûsmênên Avrasyayê bûye, bi ombûsmênên ji herêmên Rûsyayê re têkilîyên qewîn danîye û bi avahîyên rûsî yên ku di çarçoveya Konsêya Avropayê û komîsyona Avrasyayêye Êkonomîkî de dixebitin  hevkarî kirîye. Her wiha ew bi rêkûpêk bi dîyaspora ermenî ya li Rûsyayê re dicive.

“Dosyê” nizane kî kampanya Tatoyan fînanse dike, lê yek ji texmînan ji alîyê  cîgira rêveberê giştî ya ÊÎSÎ ê ve hatîye sererastkirin pisporê sereke yê navenda lêkolînên stratêjîk ya ÊÎSÎ Alêksandr Gêrasîmov, bi analîzkirina encamên hin anketên li ser Ermenîstanê ve mijûl bûye.

Alîyê rûsî ne tenê vebijarka destnîşankirina namzetên cuda, lê di heman demê de ssênara ku Tatoyan û Karapêtyan dikarin piştî hilbijartinê bibin yek jî nirxand. Wek ku di belgeya navxweyî ya zanyarên sîyasî yên rûsî de hatîye destnîşankirin, di navbera her du sîyasetmedaran de nakokîyeke îdêolojîk ya bingehîn tune ye, berevajî vê, rojevên wan dikarin wek hevdu temamkar bên raber kirin. Karapêtyan wek berpirsîyarê alîyên jêopolîtîk, çavkanî û muhafezekar tê raber kirin, lê Tatoyan berpirsîyarê alîyên sazûmanî ye, ku ji bo beşa nerm ya civakê tercîhtir in. Ev yek dibe sedema wê encamê ku hevpeymanîya wan dikare piranîyek dijî Paşînyan biefirîne, di heman demê de muxalefeta “kevin” ya bi Koçaryan ve girêdayî ji holê rake. Di qonaxa yekem ya pêkanîna vê nexşeyê de, hatîye pêşnîyar kirin ku hevkarîyek bê ragîhandin û heger ” Cûrê me” neyê tomar kirin, Tatoyan dikare bi qasî 40 selefî nûnerên xwe li navnîşa xwe zêde bike.

Bandora kampanya ku ji  alîyê zanyarên sîyasî yên rûsî ve tê meşandin, dikare bi rêya encamên ankêtên sosyolojîk yên li Ermenîstanê hatine kirin  bê nirxandin. Analîza lêkolîna hilbijartinê ya Ermenîstanê nîşan dide ku rêjêya pejirandina karê Paşînyan gulana sala 2026 a de gihîştîye 49 selefî û partîya wî ya “Peymana sîvîl” li ser hêzên din yên sîyasî avantajeke girîng diparêze. Di heman demê de, “Ermenîstana bi hêz” ya Karapêtyan tenê hêza muxalefetê ye ku dikare ji benda hilbijartinê ya 4 selefê derbaz bibe. Her çend kêmtir ji mehekê ji roja hilbijartinê re maye jî, li gorî “Dosyê”, bernameyên agahdarîyê yên ku ji  alîyê zanyarên sîyasî yên rûsî ve hatine pêşxistin hîn nehatine bicîhanîn û pêşnîyarên wan beşdarî serkeftina tu namzedên “xwe” nabin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button