H’emû nûçeSereke

Hesabkirina Krêmlê ew e ku bi rêya şantajê aborî bandorê li dengê hilbijêran bike:Lêvon Barsêxyan

Serokê rêveberîya klûba Gumirîyêye “Asparêz” ê Lêvon Barsêxyan  hevpeyvîna bi Factor TV  ê re gotîye: “Rûsya gefê li ser şantaj û cezayên aborî li dijî Ermenîstanê dixwe da ku bandorê li îradeya dengdêran ya 7 ê hezîranê bike li ser berjewendîya hêzên alîgirê Rûsyayê”. Ew îdîa dike ku heger Rûsyayê fikarên rast li ser nîyeta Ermenîstanê ya tevlîbûna Yekîtîya Avropayê hebûya, wê ew fikar  salek sê meh berê, dema ku qanûna destpêkirina endametîya Yekîtîya  Avropayê hatîye pejirandin, bigota, ne niha, berîya hilbijartinan.

“Nûnerên êlîtên desthilatdar yên Fêdêrasîyona Rûsyayê, di nav de Pûtîn, Şoygû, Mêdvêdêv û yên din, careke din dibînin ku kolonîya berê bi berdewamî û bê guman ji Moskvayê derdikeve, serî li rêbazên xwe yên kevin yên bijare didin, ku wan hewil da ku li ser Moldovayê, Ûkraînayê û welatên din yên bi vî rengî bicîh bînin. Ev şantaj e. Di vê rewşa taybetî de, ew şantaja aborî, gazê ye. Ev axaftin ne nû ne, ango ev bi rêkûpêk li ser kolonîyên ku derdikevin hatîye sepandin.Heger derfeta wan hebe, ew ê hewil bidin ku bi rêbazên çekdarî wê sînordar bikin”.

Lêvon Barsêxyan destnîşan dike ku her çend gefên Rûsyayê armanc dikin ku bandorê li encamên hilbijartinê bikin jî, dîsa jî pêwîst e ku meriv xwe ji bo rûbirûbûna cezayên muhtemel di asta kiryarên rastîn de, di nav de bi wergirtina piştgirîya Rojavayê, amade bike.

“Hukumeta Ermenîstanê gerekê çi bike? Demek dirêj berê gerekê  bikira, çi jî kirîye, lê ez difikirim ku ew bi tevahî nekirîye. Ew li ser altêrnatîvan, bazarên altêrnatîv, hewldanên lezgîn yên ku armanc dikin ewlehîya ênêrjî û xwarinê mîsoger bikin bû… Dibe ku di dabînkirina gazê de astengî çêbibin, yan jî ew dikare bihayê gazê bigihîne bihayên avropî, wek mînak 580 dolar, ku Mêdvêdêv digot, rast e? Ew ê çawa vê valatîyê tijî bike heya ku Ermenîstan çavkanîyeke gazê ya altêrnatîv hebe? Mînak, ew dikare ji Yekîtîya Avropayê piştgirî yan jî bexşek be”,-axaftvan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button