H’emû nûçeSereke

Niha tu bingehek ji bo rêfêrandûmê tune ye :bersiva Paşînyan ji bo daxuyanîya serokên 4 welatên Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan dîyar kirîye ku di vê qonaxê de tu bingehek ji bo lidarxistina rêfêrandûmê li Ermenîstanê li ser mijara hilbijartina di navbera Yekîtîya Avropayê û Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî de tune ye.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyan vîdyoya ku li ser rûpela xwe ya Facebook ê  weşandîye, ragîhandîye.

Divê bê bibîranîn ku  29 ê gulanê, di civîna konsêya bilind ya Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî de ku li Astanayê hatîye lidarxistin, serokên çar welatên endam yên yekîtîyê – Rûsyayê, Qazaxistanê, Bêlarûsê û Qirqizistanê-li ser rewşa Ermenîstanê di Yekîtîya Avrasyayêye Êkonomîkî de daxuyanîyek dane. Wana bang li rayedarên Ermenîstanê kirine ku  dema zûtir de rêfêrandûmê li ser hilbijartina di navbera Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî û Yekîtîya  Avropayê de li dar bixin.

Paşînyan, bersiva wê daxuyanîyê daye, destnîşan kirîye ku Ermenîstan wê di çarçoveya Yekîtîya  Avrasîyayêye Êkonomîkî de berdewam bike heta ku hilbijartin di navbera Yekîtîya  Avropayê û Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî de neçar bibe.

“Em di Yekîtîya Avrasyayêye Êkonomîkî de dixebitin û em ê heta wê kêlîyê ku hilbijartin di navbera Yekîtîya Avropayê û Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî de neçar û biryarbe, bê guman, divê ji alîyê gelê Komara Ermenîstanê ve bi rêya rêfêrandûmê bê dayîn, berdewam bikin”,-ewî gotîye.

Serokwezîr destnîşan kirîye ku niha tu bingehe ji bo lidarxistina rêfêrandûmeke wisa tune ye, ji ber ku pêvajoya întêgrasîyona avropî ya Ermenîstanê hîn negihîştîye wê astê ku gengaz be ku welatîyan bijartineke zelal  raber bikin.

Paşînyan destnîşan kirîye:”Heta ku Ermenîstan bi fermî ji bo endametîya Yekîtîya Avropayê serlêdan neke yan jî pir nêzîkî statûya namzata ji bo endametîya Yekîtîya Avropayê nebe, lidarxistina her rêfêrandûmekê nelojîk e”.

Bi gotina wî, îro hilbijartineke wisa hin jî xwezayî ye.

Serokwezîr gotîye: “Îro, ew hilbijartin têorîk e û bê guman danîna hilbijartina têorîk bo rêfêrandûmê ne pir maqûl û rast e, ne îzbatkirî ye”.

Paşînyan her wiha tekez kirîye ku Ermenîstan wê di çarçoveya Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî de xebata xwe ya aram û hevkarîyê bidomîne.

Ewî diyar kirîye: “Ji ber vê yekê, em ê di Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî de bi aramî, aşîtî, bê tirs, bê nakokî xebata xwe bidomînin û ez piştrast im ku hîn jî potênsîyala me di vî warî de heye, ku em ê di pêşeroja nêzîk de bikar bînin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button