
Sêkrêtarê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Marko Rûbîo dîyar kirîye ku projeya TRIPP dikare pozîsyona stratêjîk ya Ermenîstanê şoreşekê çêbike û bibe navendeke bazirganîyê ya navendî li herêmê. Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda sêkrêtarê Dewletên Amêrîkayêye dewletêyê di dema guhdarîkirinên komîtêya têkilîyên der ya Sênatoya Amêrîkîkayê de dîyar kirîye.
Sêkrêtarê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Marko Rûbîo projeya TRIPP ê di çarçoveya têkilîyên Ermenîstan-Amêrîkayê de jî nirxandîye û destnîşan kirîye ku vê projeyê têkilîyên di navbera Ermenîstanê û Amêrîkayê de, ku li gorî wezîr, demeke dirêj sekinîbûn, sererast kirîye.
Rubîo gotîye:”Ji bo demeke dirêj, têkilîyên me bi Ermenîstanê re pir sekinîbûn û di gelek rewşan de ez ê bêjim ku ew hema tune bûn. Wê ew têkilîyên di navbera welatên me de jî sererast kirîye û dihêle ku em di hemû waran de derfetan lêkolînkink”.
Ewî hêvî kirîye ku projeya TRIPP wê rê bide ku veberhênana taybet li ser vê rêyê bê teşwîqkirin, ji bo berjewendîya hevaltîyên amêrîkî, lê di heman demê de ji bo berjewendîya Ermenîstanê, Adirbêcanê û welatên din yên herêmê jî.
Rûbîo her wiha dîyar kirîye ku Rûsya zêde eleqedarê tevlêbûna Dewletên Yekbûyîye li Başûrê Kafkasîyayê nîne û dîyar kirîye ku delîl hene ku Rûsya naxwaze serokwezîrê Ermenîstanê yê niha di hilbijartinên parlamêntîyê yên ku wê 7 ê hezîranê li Ermenîstanê bên lidarxistin, li hember têkilîyên Ermenîstanê yên bi Dewletên Yekbûyîre, ji nû ve bêhilbijartin.
“Ji bo zelalkirinê, em ne ji bo binpêkirina serwêrîya Ermenîstanê li wir in. Em ji wan naxwazin ku bi welatên din re nebin dost. Em tenê dixwazin bi wan re têkiliyek hebe ku li ser bêtir ji aşîtîyê ava bibe. Aşîtî girîng e, lê ev tenê destpêk e”,- Rûbîo gotîye û tekez kirîye ku ev li ser derfetên aborî yên ku projeya TRIPP peyda dike ye. Li gorî wî, hevaltîyên amêrîkî û karkerên amêrîkî hene ku wê ji projeya TRIPP sûd werbigirin, lê sûdmendê dawîn yê vekirina wê wê gelê ermenî be. Rûbîo destnîşan kirîye ku kêlîya sereke wê pêkanîna projeyê be.
Sêkrêtarê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Marko Rûbîo tezek kirîye: “Niha divê em balê bikişînin ser pêşvebirina wê û piştrast bikin ku hevaltîyên amêrîkî dikarin di binesazîyê, rîya hesin, otobanê, her tiştê ku ji bo vekirina wê korîdorê pêwîst e veberhênanê bikin. Pêwîst nake ku em serdest bin, em daxwaza yekdestdarîya aborî ya amêrîkî nakin, lê em dixwazin ku hevaltîyên me li wir xwedî pareke edil bin, û bi awayê, di gelek rewşan de, bi hevkarîya hevaltîyên ermenî, da ku ew ji bo herdu alîyan sûdmend be”.







