SerekeSîyasî

Yekîtîya Avropayê wê ji 50 mîlyon yûroyî zêdetir alîkarîyê bide Ermenîstanê

Seroka Komîsîyona Avropayê Ûrsûla fon dêr Layênê ragîhandîye ku Yekîtîya Avropayê wê ji ber sînordarkirinên Rûsyayê yên li ser hinardekirina Ermenîstanê, alîkarîya darayî ya tavîlê ya  50 mîlîyon yûroyî zêdetir bide Ermenîstanê.

Fon dêr Layênê îro di pêwendîya têlefonê  bi serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşinyan re rexne li qedexeyên li ser hinardekirina berhemên çandinî û gulên Ermenîstanê girtîye û wana wek amûrek zexta aborî bi nav kirîye.

Li gorî wê, Yekîtîya Avropayê wê piştgirîyê bide sêktorên ku ji ber qedexeyên Rûsyayê bandor bûne û hinardekirina berhemên Ermenîstanê bo bazarên nû pêş bixe.

Her wiha alîya li ser kûrkirina hevkarîya aborî ya Yekîtîya Avropayê-Ermenîstanê, pêkanîna projeyên binesazîyê û pêşxistina girêdanên veguhastina herêmî niqaş kirine. Ji bo vê armancê wê komeke xebatê ya hevbeş ya Yekîtîya Avropayê-Ermenîstanê bê damezrandin.

Fon dêr Layênê destnîşan kirîye ku piştgirîya Yekîtîya Avropayê ji sala 2024 a vir ve alîkarîya nêzîkî 7000 karsazîyên ermenî kirîye û beşdarî efirandina 20 000 karî zêdetir bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button