Li Sîdnêyê r’asthatina endamên dêlêgasîya Arsaxê t’evî wek’îlên sîstêmên dîyaspora ermenîye cî derbaz bûye,wextê k’îjanê serk’arê komîsîya Data Ermenîye li Avstralîyaê Hayk Kaysêryan derheqa sazbûna dorana dostîyêye t’evî Arsaxê e’lam kirîye.Derheqa wê yekêda ji wezîreta Arsaxêye k’arên der r’agîhandine. “Ji alîyê komsîya Data Ermenîye li Avstralîyaê navnîşa endamên dorana dostîyêye t’evî Arsaxê t’eslîmî wezîrê Arsaxêyî k’arên der Masîs Mayîlyan kirine. Dik’evine nava wê navnîşê navên parlamêntvanên parlamênta fêdêral, senatora,wezîra usa jî navê serekwezîrê ştata Wêlsê, spîkêrên palata parlamêntêye jorin û jêrin û şuxulk’arên mayîn.Nêzîkî 4O şuxulk’ar endamên wê doranêne”,- nava e’lametîya wezîreta Arsxêye k’arên derda hatîye gotinê.
Gotarên eynî
Wextê agrêsîya Adirbêcanêye dijî Qerebaxê, ya meha îlonê, zêrandin û usa jî eblûkirinên cinyaza hatine kirinê: parêzera mafên mêriv
03.05.2024, 09:35
Wezîrên Ermenîstanê û Ûkraînayêye karên der pirsên derheqa rojeva pêwandîyên dualî û dîyaloga sîyasîda gotûbêj kirine
03.05.2024, 08:30
Herwiha kontr’ol bike
Close - Li Ermenîstanê destbi çêkirina rêze helmetên zirxî kirin02.05.2024, 17:35