Sport
Li Oşêrslêpênê, li Almanîyaê, avtoajoyê k’urd wextê leca avtomaşîna gihîştîye serk’eftinê
Li Oşêrslêpênê, li Almanîyaê, avtoajoyê k’urd Îsahak T’ût’ûmlû wextê leca avtomaşîna gihîştîye serk’eftinê. Pêşîya vê lecê T’ût’ûmlû cîyê sisîya girtibû, lê vê carê ew cîyê e’wlindaye. “Ez gelekî şame û fir’nax dibim, çimkî ez bona k’oma K’urdistanê gihîştime serk’eftinê”,-ewî gotîye.T’ût’ûmlû li Brasêlonayê hatîye dinîyaê. Bavê wî k’urde û ji gundekî nêzîkî Enqerêye. Lê dayîka wî ji Barsêlonaêye.Nava gelek lecada ew gihîştîye açixîyên mezin.