Parlamêntvanê k’urd hevr’axeberdanên di navbera Hewilêrê û Beg’dayêda qîmet kirîye,wekî byûcêya sala 2O2O-î wê hema wî cr’eyîbe, çawa ku Herêma K’urdistanê pêşnîyar dike.Endamê komîsîya parlamênta K’urdistanêye fînansî Meh’med Seydedîn gotîye,wekî niha bona h’elkirina pirsgirêkên di navbera Hewilêrê û Beg’dayêda hevr’axeberdan derbaz dibin, bi t’aybetî girêdayî pirsên neftê û byûcêyêr’a. Ewî daye dîyarkirinê,wekî hevr’axeberdan li ser dereca baş derbaz dibin û serda zêde kirîye,wekî herdu alî nêzîkî hevr’aqayîlbûna byûcêya sala 2O2O-ne. Parlamêntvanê k’urd gotîye,wekî byûcêya Îraqêye sala 2O2O-î wê usa bê qebûlkirinê, çawa ku K’urdistan dixweze. Pirsa byûcêyê di navbera Hewilêrê û Beg’dayêda pirsa girînge, ya ku sala 2O19-a hate h’elkirinê,wextê ku qulixçîyên K’urdistanêye dewletê destpê kirin her meh mi’aşê bistînin.
Gotarên eynî
Di çarçoveya fêstîvala kurtefîlmên navneteweyîye 24 emîn ya “kadirek” ê de 109 fîlm wê bên nîşandayîn
05.06.2026, 15:25
«FlyOne Armenia» ê geştên xwe yên hewayî yên Yêrêvan-Alîkantê-Yêrêvanê dest pê kirine
05.06.2026, 14:30
Herwiha kontr’ol bike
Close





