Sport
Aronyan hindava çêmpîonê dinîyaê Magnûs Karlsênda ser k’et û cîyê e’wlinda ma
Lêvon Aronyan nava leca k’işikaye lezda dîsa cîyê pêşindane.Wextê leca li Sênt Lûyîsê sê tûrên k’işika lez derbaz bûn. Tûra şeşa û h’evtada t’evî wek’îlê ji Çînstanê û ŞAY-î serk’eftin negihîşte t’u kesî, lê paşê wextê lîstika t’evî çêmpîonê dinîyaê Magnûs Karlsên Aronyan serk’et. Niha ji 12 mecla deh qalên wî hene û ew nava navnîşêda cîyê e’wlindane.