Nîkol P’aşînyanê serekwezîr wezîrê Ûrûgvayêyî k’arên der R’ûdolfo Nîn Novoa qebûl kirîye, yê ku bi seredana r’esmî li Ermenîstanêye.Hatîye r’agîhandinê,wekî Nîkol P’aşînyan daye dîyarkirinê, ku cime’ta ermenî bi qîmetkirina mezin nêzîkî Ûrûgvayê dibe bona bi r’esmî naskirina k’omkujîya Ermenî û bo wê yekê ji Ûrûgvayê r’azîye.Wezîrê Ûrûgvayê daye dîyarkirinê,wekî Ûrûgvayî h’îmdanîna konsûlxana xweye serekeye li Yêrêvanê girîng h’esab dike, ya ku wê alî sixbûna p’êwendîyên di navbera herdu welatada bike.Ewî gotîye,wekî Ûrûgvayî nava şuxulk’arîya naskirina k’omkujîya Ermenîda li r’ex Ermenîstanêye û wê h’emû ce’dandina bide xebatê, ku k’omkujî neyêne mîyaserkirinê. Nîkol P’aşînyan daye dîyarkirinê, wekî ew gerekê dereca dîyaloga sîyasîye bilind usa jî werguhêzî p’êwendîyên êkonomîkî bikin. Alîya gotine gelek alî hene, li k’îderê dikarin hevk’arîyê bikin. Serekwezîrê Ermenîstanê îzbat kirîye,wekî Ermenîstan li ser wê t’abîêye ku de’w û doza Qerebag’ê bi r’îya e’dil bê h’elkirinê û ew t’abîya Ûrûgvayêye nêytrale hindava pirsgirêka Qerebag’êda bilind qîmet dike.Wezîrê Ûrûgvayê gotîye,wekî Ûrûgvayî jî dixweze ku de’w û doz bi r’îya e’dil bê h’elkirinê.
Gotarên eynî
Di çarçoveya fêstîvala kurtefîlmên navneteweyîye 24 emîn ya “kadirek” ê de 109 fîlm wê bên nîşandayîn
05.06.2026, 15:25
«FlyOne Armenia» ê geştên xwe yên hewayî yên Yêrêvan-Alîkantê-Yêrêvanê dest pê kirine
05.06.2026, 14:30
Herwiha kontr’ol bike
Close





