K’ana Amûlsarê wê bê girtinê, eger e’yan bibe, wekî ew zyanê dide gola Sêvanê, avên Cêrmûkê û cîyên t’ebyetêye mayîn. Derheqa wê yekêda Nîkol P’aşînyanê serekwezîr gotîye. “Eger nava encamê h’emû tiştîda zelal bibe,wekî bona gola Sêvanê, avên Cêrmûkê qezîya hene, ewê neyê xebitandinê, çimkî ew pirsa bêqezîyabûna miletîyêye. Feqet bona k’ara dewletê û cime’tê emê mecalê bidin ku k’ana Amûlsarê bixebite. Em gerekê anegorî qewilên xweye pêşdak’işandî pêşda her’in”,- serekwezîr gotîye. Nîkol P’aşînyan e’lametîya serokê komîtêya lêpirsînê Hayk Grîgoryan anîye ber ç’e’va,wekî Amûlsar zyanê nade Sêvanê, Cêrmûkê û ç’emên li wir.Em bîr bînin,wekî p’arênzerên t’eyetê duh li Yêrêvanê protêsto t’eşkîl kiribûn û de’w kiribûn,wekî k’ana Amûlsarê neyê xebitandinê.
Gotarên eynî
Di çarçoveya fêstîvala kurtefîlmên navneteweyîye 24 emîn ya “kadirek” ê de 109 fîlm wê bên nîşandayîn
05.06.2026, 15:25
«FlyOne Armenia» ê geştên xwe yên hewayî yên Yêrêvan-Alîkantê-Yêrêvanê dest pê kirine
05.06.2026, 14:30
Herwiha kontr’ol bike
Close





