Çand

Konsêrta dengbêjê k’urdî e’yan r’ûê stiranên k’urdîda li T’irk’îyaê hatîye sekinandinê

Polîsîya T’irk’îyayê konsêrta dengbêj Dodan Ozêr r’ûê stiranên bi zimanê k’urdîda daye t’er’ibandinê,wextê ku ewî stirana k’urdîye evîndarîyê distira. Polîsîya t’irka e’lam kirîye,wekî sitranên bi zimanê k’urdî qedexekirîne. Zimanê k’urdî û çanda k’urdî hema ji salên k’omara T’irk’îyaêye e’wlin hatine binç’e’vkirinê. Sala 2O12-a partîya T’irk’îyaêye Desthilat azayî da çanda k’urdî. Feqet piştî nîveka sala 2O15-a cêrge merk’ezên k’urdîye prêsyaê, mek’t’eb û merk’ezên çandî hatine girtinê. Parlamêntvanê opozîsîonêr Sêzgîn T’anrîklûn e’lam kirîye,wekî çawa caba wê yekê ewê li parlamêntê stirana k’urdî bistirê û mecbûrke, ku t’emamîya T’irk’îyaê guhdarîya wê yekê bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button