Destanînên piştî şorişa e’dile li Ermenîstanê, yên şakirinêne: kongrêsmênên ŞAY
Nîkol P’aşînyanê serekwezîr kogrêsmênên ŞAY Cêk’î Sp’îr û Cûdî Çû qebûl kirine.Ji admînstrasîya serekwezîrê Ermenîstanê r’agîhandine,wekî Nîkol P’aşînyan derheqa guhar’tinên girînge nava govekên welête cuda-cudada xeberdaye û daye dîyarkirinê,wekî dêmokratîya bawarîya civaka Ermenîstanêye, sîstêma qîmetîyaye û ewê wan werguhastina berdewam bike. Kongrêsmên Cêk’î Sp’îr û Cûdî Çû dane dîyarkirinê,wekî li Ermenîstanê şorişa e’dil qewimîye û destanînên piştî wê şorişê yên r’uh’darkirinêne û ŞAY hazire piştgirîyê bide P’aşînyanê serekwezîr, h’ukumata bi serk’arîya wî, ku ew werguhastin pêşda her’in. Xeberdan usa jî derheqa seredana li Arsaxê çûye, wextê k’îjanê kongsrêmêna derheqa aşîtîh’izîya arsaxîya û fe’mdarîya wane li ser dereca bilind xeberdane. Nîkol P’aşînyan daye dîyarkirinê,wekî seredana kongrêsmênên ŞAY-ye li Arsaxê û qîmetkirinên wana girîngin. Ewî serda zêde kirîye,wekî Ermenîstan pêşk’eftina înstîtûtên dêmokrasîyêye li Arsaxê girîng h’esab dike. Hema hilbijartinên li Arsaxê jî pêşk’eftina nava wan alîyada dane k’ifşê.