Mîtîngên p’ir’h’ezarê, yê dijî opêrasîona T’irk’îyaêye li Sûrîyaê li Londonê, P’arîzê At’înayê derbaz bûne
Nehê cotmehê li bakûr- r’ohilatê Sûrîyaê T’irk’îyaê opêrasîonên leşkerî dijî k’urda destpê kir, meremê k’îjanê ewe, ku qewatên k’urda ji neh’îya sînor dûrxin û wa gotî “zona bêqezîyabûnê” sazkin. Van r’ojên dawî li cêrge bajar’ên Avropayê meşên şikyatkirinê dijî agrêsîya T’irk’îyaê derbaz dibin.Wextê wan mîtînga bi alên k’urda bi h’ezara meriv derdik’evin meşê, destê wanda nivîsarên “Êrdog’an têr’orîst”, “Erdog’an r’êberê DAÎŞ-ê”, “T’ramp’ merivkuj”, hene. T’eşkîldara gotîye,wekî li P’arîzê ji h’ezara zêdetir meriv t’evî meşê bûne. Li Fransîyaê meşên şikyatkirinê li P’arîzê, Marsêlê, Strast’ûrgê, Bordoyê, Lîlê û Grêvnovlê derbaz bûne. Meşên wî cûr’eyî usa li bajar’ê Almanîaêyî K’yolnê derbaz bûye. Meşên wî cûr’eyî li Qibrisê, Londonê, Vîênayê, At’înayê, Syûrîxê, usa jî li Stokholmê derbaz bûne.Em bîr bînin,wekî li Ermenîstanê jî ak’sîya şikyatkirinêye wî cûr’eyî sê r’oj pêşda derbaz bû.