Qewatên ŞAY-ye leşkerî, k’îjana ji Sûrîyaê K’urdistana Îraqêr’a derdixin, gerekê ji Îraqê derk’evin. Derheqa wê yekêda fermandarîya eskerê Îraqê e’lametî belav kirîye. “Ew eskerên ŞAY-ye ku ji Sûrîyaê derdik’evin, îzin stendine, ku nava K’urdistana Îraqêr’a derk’evin û ji Îraqê bi t’emamî derk’evin.Destûra wan t’une, ku ew li ser têrîtorîya Îraqê bimînin”,-nava e’lametîya eskerê Îraqêda hatîye gotinê.Ev e’lametîya Îraqê ne anegorî gotina Pêntagonêye, ya ku dabû dîyarkirinê,wekî nêzîkî h’ezar leşkerên Sûrîyaêye ji Sûrîyaê derxistî, gerekê her’ine Îraqa R’ojavayê, bona ku kampanîya dijî DAÎŞ-ê berdewamkin. Li Îraqê ji pênc h’ezara zêdetir leşkerên amêrîkî hene, yên ku hînkirina eskerê Îraqêva mijûl dibin.
Gotarên eynî
Balyozxaneya Ermenîstanê ya li Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî cara ewil derîyên xwe ji bo zîyaretvanan vekir
07.05.2024, 19:25
Dibêjin Ermenîstan vêktora xwe diguherîne, Rûsyayê jî berê xwe daye Adirbêcanê: parlamêntvanê miclîsa neteweyî
07.05.2024, 17:35
Herwiha kontr’ol bike
Close - Pûtîn bi fermî ji bo heyama 6 salan posta serokê Rûsîyayê wergirt07.05.2024, 15:30