H’emû nûçe

Zarêh Sînanyan:T’irka bo veger’a T’êl Abdayê şertên pêşin danîne:ermenî nikarin veger’in

T’irka şertên pêşin danîne, ku k’î dikare veger’e T’êl Abdayê, k’ê nikare.Derheqa wê yekêda  wextê qisa t’evî r’ojne’mevana,endamê komîsîya Dîyasporayê Zarêh Sînanyan gotîye, û derbazî li ser r’ewşa bakûrê Sûrîyaê bûye. “Ew dibêjin, ermenî nava wan katêgorîyadanin, k’îjan nikarin  veger’in. Niha em dicêr’bînin  hinek zelalkirina bikin. T’êl Abday bin kontrola hêzên t’irkadane, ewana nahêlin”,-ewî got.Paşê Zarêh Sînanyan  berdewamkir,wekî nêzîkî sê h’evtîyaye, ku t’evî binelîyên T’êl Abdayêye ermenî nava heleqetîyada nînin: “Mer’a dibêjn, wekî t’irka  himberî  hinek endamên mileta sînorkirin danîne”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button