Cêrge k’omên Îraqêye sîyasîye mezin girêdayî wan protêstokirinar’a, yên ku dijî h’ukumatê tên derbazkirinê, berev bûne û peyî wêr’a ew qayîl bûne, ku hilbijartinên ji we’de zûtir derbazkin.Hatîye r’agîhandinê,wekî r’asthatina serokê Îraqê Berhem Salih’e t’evî lîdêrên sîyasî alî dane yekkirinê, bona ku hilbijartinên ji we’de zûtir derbazkin, guhar’tina nava konstîtûsîyaêda bikin, r’êforma derbazkin û protêstokira bip’arêzin.Wextê r’asthatinê serekwezîrê Îraqê A’dil Mehdî, serokê parlamêntê Meh’med Al Xlbûsî, şêwirmendê bêqezîyabûna miletîyê Falih’ Fayad, serekwezîrê berê Nûrî Al Malîkî û serokê t’eşkîleta “Bedir” Hadî Al Amerî hazir bûne.
Gotarên eynî
Sîyasetmedarê kurdî li Tirkîyayê Salhedîn Dêmîrtaş bi wedê girtina ji 20 salî zêdetir hatîye cezakirinê
17.05.2024, 18:30
Banka avakirin û pêşketinê ya Avropayê û ajansa Dewletên Yekbûyî ji bo pêşveçûna navneteweyî ji bo başkirina rêyên derbazbûnê yên welatên Kafkasîya Başûr mêmorandûmek îmze kirin
17.05.2024, 17:35
Herwiha kontr’ol bike
Close