Civak
Wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der nava hevr’axeberdanên bona h’elkirina pirsgirêka Qerebag’ê h’esarê navîne
Wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der Zohrab Mnasakanyan nava hevr’axeberdanên bona h’elkirina pirsgirêka Qerebag’ê h’esarê navîne. Derheqa wê yekêda wezîr li parlamêntê gotîye. “Em nava wê şuxulk’arîyêda dixebitin.Me t’u cara şuxulk’arî nedaye paşdaêxistinê, r’asthatina dawî meha îlonê bi dereca wezîra derbaz bû û ya bi sire wê zûtirekê derbazbe. Niha r’asthatina bi dereca seroka em program nakin, lê dikare tiştê usa biqewime.T’u h’esar nava hevr’axeberdanada t’une, em dixebitin”,-wezîr gotîye.