
Here kêm 21 k’urd ji alîyê qewatên bêqezîyabûnêda hatine kuştinê, wextê ku li Îranê cime’t derk’etîye meşê protêsto kirîye, girêdayî bilindbûna bahê bênzînêr’a. Hatîye r’agîhandinê,wekî protêstokirin li t’emamîya Îranê destpê bûne, nava wanda li bajar’ên k’urdaye K’irmaşahê, Şahabadê, Senendecê û Merîwanê.Anegorî înformasîyaê, 14 protêstokirên k’urd li Civanr’oyê hatine kuştinê, şeş li Merîwanê û yek jî li Senendecê.Usa jî hatîye r’agîhandinê,wekî 142 protêstokirên k’urd birîndar bûne, ji k’îjana çend meriv giran birîndarin. R’oja yekşemê li çend provînsîya çawa r’oja hêsabûnê e’lam kirine.Seroketîya dewletê xebitandina întêrnêtê daye sînorkirinê.







